Li Osloyê bi hezaran kes beşdarî çalakiyên 1’ê Gulanê bûn
Li paytexta Norwêcê, bi hezaran Kurd, Norwêcî û mirovên ji gelên cuda beşdarî meşa 1’ê Gulanê bûn.
Li paytexta Norwêcê, bi hezaran Kurd, Norwêcî û mirovên ji gelên cuda beşdarî meşa 1’ê Gulanê bûn.
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê, li paytexta Norwêcê Osloyê mîtîng û meşeke girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Kurd, Norwêcî û gelên cuda tê de amade bûn, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Norwêcê (NCDK) jî cihê xwe girt.
Meşa ku li Qada Karkeran a Osloyê dest pê kir, heta ber avahiya Parlemena Norwêcê berdewam kir. Di meşê de ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, refên meşê bi sloganan û çepikan meşiyan.
Beşdarên Kurd bi rengên neteweyî û bi alayên partiyan li qadê amade bûn. Di dema meşê de dirûşmên wekî "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî 1’ê Gulanê" hatin berzkirin.
Di destpêka çalakiyê de, dema ku grûpeke alîgirê rejîma Îranê xwest alayan hilde, rageşiyeke kurt çêbû. Polîsên Norwêcê midaxele kirin û ew grûp ji qadê dûr xistin.
Çalakiya 1’ê Gulanê ya li Osloyê, bi gerandina govendê û bi muzîkê bi dawî bû.