Li Cenevreyê çalakiya ji Rêber Apo re azadî di hefteya 274’an de ye
Nobeta ji Rêber Apo re Azadî ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem dewam dike, gihîşt hefteya 274’an.
Nobeta ji Rêber Apo re Azadî ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem dewam dike, gihîşt hefteya 274’an.
“Nobeta ji Rêber Apo re Azadî” ku her hefte li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî yê lidarxistin, gihîşt hefteya 274’an. Di çalakiya ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve dewam dike de, Kurdistanî û piştevanê wan banga berpirsyariyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li saziyên navneteweyî dubare kirin.
Çalakî di şexsê Besê (Leyla Dalgiç), Xwînda Avaşîn (Hediye Ozalp), Rêber Varto (Ehmed Gokalp), Şahîn Cîlo (Mazlum Alas) de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di daxuyaniya li ser navê Komuna Jinan a Şehîd Sema Yuce de, bi wesîleya 1’ê Gulanê îşaret bi girîngiya piştevaniya navneteweyî hate kirin û silav ji karker û kedkaran re hate şandin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku azadiya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo têkoşîna hevpar a hemû gelan xala werçerxê ya dîrokî be.
Di daxuyaniyê de piştgirî ji bo kampanyaya “Em hemû YPJ’yî ne” hate dayîn û îşaret bi xurtkirina rola jinan a di parastinê de hate kirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de îşaret bi geşedanên li Rojhilata Navîn hate kirin û hate diyarkirin ku daxwazên çareseriya demokratîk û azadiyê ya gelê Kurd zêdetir xuyatir dibe. Hate diyarkirin ku modela demokratîk û azadîxwaziya jinê ya li Rojava tevî êrîşan jî hebûna xwe didomîne.
Her wiha hate bilêvkirin ku şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê dewam dike û tevî bangên çareseriyê jî gavên şênber nehatiye avêtin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi êrîşên Îranê yên li ser herêmên Kurdistanê hate kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku li dijî vê rewşê bikevin tevgerê.