Li Elmanyayê li dijî koma motorsiklêtê operasyoenek mezin hate kirin
Di operasyoneke berfireh a li rojavayê Elmanyayê de zêdetirî li 50 cihên aîdî Hells Angelsê lêgerîn hatin kirin. 1.200 polîs tevlî operasyonê bûn.
Di operasyoneke berfireh a li rojavayê Elmanyayê de zêdetirî li 50 cihên aîdî Hells Angelsê lêgerîn hatin kirin. 1.200 polîs tevlî operasyonê bûn.
Hêzên ewlehiyê yên Elmanyayê, li dijî koma motorsiklêtê ya bi navê Hells Angels operasyoneke mezin da destpêkirin. Di opreasyona ku li rojavayê welêt hate kirin de 1.200 polîsan cih girt û zêdetirî li 50 cihên aîdî Hells Angelsê lêgerîn hatin kirin.
Wezareta Karên Hundirîn a Elmayayê operasyona berbehs weke yek ji mezintirîn oprasyona li dijî çeteyên motorsiklêtê pênase kir. Di çarçoveya operasyona ku serê sibe saet 04.00’an dest pê kir de li bajêr lêgerîn hatin kirin û yekîneyên hêzên taybet jî tevlî oprasyonê bûn.
Ekîbên polîsan li mal û kargehên endamên rêxistinê û piştgiriyên wan lêgerîn kirin û hate ragihandin ku lêpirsîn di çarçoveya sûcên organîzekirî de hate birêvebirin. Di dosyayê de sûcdariyên weke avakirina rêxistina sûcî, endamtiya wê, tundî û berhevkirina xeracê jî cih digirin.
Hate destnîşankirin ku lêpirsîn ji aliyê polîsên Dusseldorf û dozgeriya têkoşîna li dijî sûcên organîzekirî ya li Ren-Vestfalyaya Bakur ve hate birêvebirin.
Li gorî çapemeniya Elmanyayê Hells Angelsê bi taybetî li Ren-Vestfalyaya Bakur xwediyê avaniyeke xurt e û endamên li eyaletê di demên dawîn de gelekî zêde bûne û gihîştiye nêzîkî 469 kesan.