BI DÎMEN

Li Torontoyê bîranîn: Kurdistan ji her alî ve hat armancgirtin, dema yekîtiyê ye

Li bajarê Toronto yê Kanadayê di bîranînekê de êrîşên Îranê yên li ser Kurdistanê hatin şermezarkirin; banga yekîtiyê di navbera Kurdan de hat kirin

Ew kesên ku di êrîşên moşekî yên rejîma Îranê de li ser baregehên partiyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûbûn, li bajarê Toronto yê Kanadayê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Merasîm bi beşdariya gelê ji her çar parçeyên Kurdistanê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên Kurdistanê û xwendina sirûda Ey Reqîb dest pê kir.

Di bîranînê de hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê axivîn û diyar kirin ku rejîma Îranê bi pêkanînên paşverû û hov gelê Kurd dike armanc û êrîş bi tundî şermezar kirin.

Hevserokan di daxuyaniya xwe de ev xal destnîşan kirin: Îranê bi kiryarên xwe birînên kûr di dilê Kurdan de vekirin. Di êrîşên xwe yên dawî de şervanên Kurd qetil kirin; em îdamên ku bi dadgehên wan tên kirin bi tundî şermezar dikin. Rêya şehîdan rêya me ye. Her kesê ku ji bo Kurdistanê têdikoşe û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dide hevalê me ye; têkoşîna wan têkoşîna me ye.

Li ser navê Kurdên Rojhilatî yên li Kanadayê dijîn, Rêxistina Yekîtiya Kurdistanê diyar kir ku êrîşên Îranê hemû gelê Kurd dike armanc û ev daxuyanî da: Em di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hevalên wan re û ji hemû Kurdan re dixwazin. Em van êrîşên ku ev du meh in gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybetî partiyên Rojhilat şev û roj ji aramiyê bêpar hiştine, bi tundî şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îran şerê xwe yê bi DYA û Îsraîlê re dike hincet û êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê zêde dike. Hat diyarkirin ku ev êrîş berdewamiya zextên li ser bi sedan ciwanên Kurd in ku li kolanên Îlam, Kirmaşan, Sine, Seqiz û Mehabadê hatine qetilkirin. Hat gotin, Rejîm polîtîkaya qelskirina gelê me yê Başûr didomîne. Lê belê tu hêz nikare xeyala azadiyê ji holê rake.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kurdistan ji Sûriyeyê heta Bexdayê, ji Enqereyê heta Tehranê careke din bûye armanc û ev bang hat kirin: Dijminên me yên ku ji bilî kuştina me di tu mijarê de li hev nakin, dixwazin destkeftiyên têkoşîna me ya bi dehan salan ji nav bibin. Em bang li hemû aliyên li Kurdistanê dikin ku bibin yek.

Di bernameya bîranînê de ji bo şehîdên êrîşên dawî yên Îranê Xezal Mewlan, Şahin Azerberîn, Neda Mîrî, Semîra Ellayarî û hemû şehîdên Kurdistanê sînevîzyonek hat nîşandan.

Muzîkjenekî Rojhilatî ji bo bîranîna şehîdan stranên xemgîn parve kirin û di salonê de kêliyên bi hestiyar çêbûn.

Bername piştî belavkirina xêra şehîdan û sohbetên beşdaran bi dawî bû.