EWROPA
Hemû Nûçe
-
Greva neteweyî û protestoya li Belçîkayê: Ragihandin xitimî
Grev û xwepêşandanên neteweyî ku li Belçîkayê ji aliyê eniya hevpar a sendîkayan ve hate lidarxistin, ragihandina li welêt û xizmetên cemaweriyê xitimand. -
KOMAW’ê derbarê Şehîdên Meha Gulanê de daxuyanî da: Mîrasa têkoşînê dijî
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), şoreşger û welatparêzên ku di meha Gulanê de şehîd bûne bi bîr anî û ragihand: Rêya herî watedar a xwedîderketina li şehîdên me, dilsoziya bi nirxên ku wan di oxira wê de têkoşîn meşandiye ye -
Keir Starmer piştî têkçûna hilbijartinê ji bo Ewropayê soz da
Serokwezîrê Qraliyeta Yekbûyî Keir Starmer tiştî ku Partiya Karker di hilbijartinên xwecihî de derba giran xwar, soz da ku wê têkiliyên bi Ewropayê re jinûve ava bike. -
Karê civaka komînal li Swîsreyê dewam dike
Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê piştî banga "Civaka Demokratîk" a Rêber Apo karên jinûve avabûnê dewam dikin. Ji bo komîteya avakirinê semînereke perwerdeyê ya du rojan hate lidarxistin. -
Li Melbourneyê şehîdên meha Gulanê û Komkujiya Dersimê hat bîranîn
Di çalakiya bîranînê ya ku li avahiya NAVKURD a li bajarê Melbourne ya Awustralyayê hat lidar xistin de, şehîdên meha Gulanê û qurbaniyên komkujiya Dersimê ya sala 1938’an hatin bibîr anîn. -
Ji bo rojnamevanê girtî Şêrwan Şêrwanî li Zurichê çalakî hate lidarxistin
Ji bo rojnamevan Şêrwan Şêrwanî ku li Başûrê Kurdistanê girtî ye û ji 22'ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê de ye, li Zurichê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin û daxwaza berdana wî hate kirin. -
Li Sydneyê çalakiya roja dayikan hate lidarxistin
Bi pêşengiya navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), li Sydneyê çalakiyek hat lidarxistin û di kesayetiya Dayika Uveyş de Roja Dayikan a hemû dayikên şehîdan hat pîrozkirin. -
Li Mannheimê "Konferansa Avakirina Dema Nû" hate lidarxistin.
Di konferansa ku bi pêşengiya KON-MED’ê li Mannheimê hat lidarxistin de, li ser mijarên avakirina di sirgûnê de, modela komunê û civaka demokratîk hat sekinandin. Axivêrên konferansê bal kişandin ser girîngiya birêxistinkirina herêmî û veguherîna civakî. -
Li Londonê piştgirî bo pêngava ‘Em hemû YPJ’yî ne’
Li Londonê ji bo naskirina fermî ya YPJ’ê di nava avaniya parastina Sûriyeyê de û ji bo piştgiriya bi jinên Rojava re daxuyaniyeke girseyî hat dayîn û hat gotin: “Îro parastina YPJ’ê, parastina azadiya jinê ye.” -
Li Londonê ‘avakirina komînalê’ hate nîqaş kirin
Li Navenda Civaka Kurd a Londonê, civîna bi sernavê “Pêvajoya Avakirina Civaka Demokratîk û Geşedanên Siyasî yên Dawî” bi beşdariya bi sedan Kurdistanî hate lidarxistin. -
Heyva Sor kongreya xwe ya 32’yemîn pêk anî
Di Kongreya Asayî ya 32’yemîn a Heyva Sor a Kurdistanê de Dr. Rojvan Bilgin axivî û diyar kir ku saziya wan tevî 33 salên zext û astengiyan, her dem li cem gelê xwe bûye -
Li Îngilistanê di hilbijartinên xwecihî de Partiya Karker derbeke giran xwar
Di hilbijartinên xwecihî yên 7'ê Gulanê yên Îngilistanê de Partiya Karker a li ser desthilatdariyê ye, nîvê kursiyên xwe ji dest da û derbeke giran xwar. -
Çapa Tirkî ya Kovara Pêşeng hat weşandin
Kovara Pêşeng ku armanc dike bibe dengê ciwanên Kurd ên li Ewropayê, hewl dide bi çapa Tirkî xwe bigihîne girseyeke berfireh. -
Nobeta ‘Ji Rêber Apo re azadî’ ya Cenevreyê di hefteya 275’an de ye
Nobeta azadiyê ya ku li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê hatiye destpêkirin di hefteya 275’an de ye. Di çalakiyê de daxwaza naskirina statuya Rêber Apo û azadiya fîzîkî hat kirin. -
Ji sirgûnê ber bi sindoqê ve: Li Brîtanya namzetên Kurd di siyaseta xwecihî de ne
Di 7’ê Gulanê de li Brîtanyayê hilbijartinên xwecihî wê pêk bên. Namzetên Kurd ji bo ku di siyasetê de çalaktir bibin û nûnertiya bi hezaran Kurdên li welêt bikin, xebatên xwe berfirehtir dikin. -
Daniela Patti: Azadî û statuya Ocalan ji bo serketina pêvajoyê diyarker e
Hevseroka Partiya Volt Daniela Patti anî ziman ku gavên PKK'ê û Rêber Apo avêtin e xwedî îradeyeke xurt a aştiyê ne û got, "Ji bo serketina pêvajoyê divê gavên hiqûqî yên şênber bêne avêtin û azadiya Ocalan pêk were." -
Li Londonê bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûn
Li paytext Londonê Roja Karkeran a 1’ê Gulanê bi meş û mîtîngekê hat pîrozkirin. Di çalakiyê de sloganên yekîtî, piştevanî û azadiyê hatin berzkirin; êrîşa polîsan û desteserkirinên di çalakiyê de bûn sedema nerazîbûnê -
Li Strasbourgê bîranîna Dersimê: ‘Bîr berxwedan e’
Li Strasbourgê civaka Kurd û Elewî, bi boneya salvegera Komkujiya Dersimê ya 1938’an bîranînek li dar xist. Pîr Riza Yagmur diyar kir ku “Divê gora her şehîdekî bibe ziyaretgehek” û bal kişand ser lezgîniya birêxistinbûna Elewiyan -
Li Baselê bîranîna Qirkirina Dersimê
Beser Hatîce Altinişik li Baselê di bîranînê de axivî û qala plana pêkanîna Qirkirina Dersimê kir. Hevserokê FEDA'yê Şahîn Polat jî li hemberî gefan işaret bi girîngiya xweparastinê kir. -
Li St. Gallen û Bielê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn
Di çalakiyên ku ji bo bîranîna hemû şehîdan, di şexsê pêşengên ku di meha Gulanê de di têkoşîna şoreşa Tirkiye û Kurdistanê de şehîd ketine, hatin lidarxistin de banga: "Heta ku armancên şehîdên me pêk werin, wê têkoşîna me berdewam bike" hat kirin -
Sirri Sakik: Ji bo çareseriya mayînde destûreke nû şert e
Parlamenterê Agiriyê yê Partiya DEM’ê Sirri Sakik, di civîna gel a ku li Marignane ya Fransayê hat lidarxistin de, der barê geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê û meseleya Kurd de nirxandin kirin û destnîşan kir ku ji bo çareseriyê destûr hewce ye -
Li Mannheimê çalakiya çanda Kurd
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin û işaret bi girîngiya nasname, zimanê dayikê yê Kurdî û rêxistinbûnê hate kirin. -
KNK amadekariya serdema nû dike
Di civîna ku li Kloten a Swîsreyê hat lidarxistin de mijarên wekî di siyaseta Kurd de serdema nû, yekîtiya neteweyî û stratejiyeke hevpar hatin nîqaşkirin. -
Kovara Pêşeng dest bi weşanê kir: ‘Dengê Ciwanan û Têkoşînê’
Kovara Pêşeng ku armanc dike bibe dengê bîrdozî, siyasî û çandî yê ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, bi dirûşmeya "Dengê Ciwanan û Têkoşînê" ji 1’ê Gulanê ve dest bi weşanê kir. -
Kesayetên navdar ên Îtalî ji bo ‘mafê hêviyê’ bang li Konseya Ewropayê kirin
Li Îtalyayê bi dehan kesayet navdar ku di nav de senetor, parlamenter, sendîkavan, akademîsyen û parêzer jî hene, ji bo naskirina ‘Mafê Hêviyê’ yê Rêber Apo bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin.