BI DÎMEN

Li St. Gallen û Bielê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Di çalakiyên ku ji bo bîranîna hemû şehîdan, di şexsê pêşengên ku di meha Gulanê de di têkoşîna şoreşa Tirkiye û Kurdistanê de şehîd ketine, hatin lidarxistin de banga: "Heta ku armancên şehîdên me pêk werin, wê têkoşîna me berdewam bike" hat kirin

Bi minasebeta Şehîdên Meha Gulanê, li bajarên St. Gallen û Biel ên Swîsreyê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Gelek malbatên şehîdan beşdarî bîranînên ku di bin pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan (KOMAW) de hatin kirin, bûn.

BIEL

Çalakiya li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bielê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di bîranînê de li ser navê KOMAW’ê Mustafa Karahan axaftinek kurt kir. Karahan di axaftina xwe de navên şoreşgerên Tirkiyeyê Deniz Gezmiş û hevalên wî, Îbrahim Kaypakkaya û her wiha kadroyên pêşeng ên PKK’ê Haki Karer, Mehmet Karasungur û "Çaran" Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyık û Mahmut Zengin ku di 18’ê Gulana 1982’an de ji bo protestokirina wehşeta zindana Amedê bedena xwe dabûn ber agir, û fermandara gerîla û hunermend Gurbet Aydın (Mizgîn) bi bîr anî û got:

"Ez di şexsê van şehîdan de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û minet bi bîr tînim. Ger îro têkoşîna me bi mîlyonan dimeşe, ev bi saya şehîdên me ye. Em deyndarê wan in. Heta ku armancên şehîdên me pêk werin, wê têkoşîna me berdewam bike."

Di çalakiyê de du sînevîzyonên cuda yên derbarê Şehîdên Meha Gulanê û têkoşîna 5 gerîlayên ku di sala 2012’an de li Amedê bi Mahir Dîcle (Hasan Karahan) re şehîd keti bûn, hatin nîşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ST. GALLEN

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a St. Gallenê jî ji bo Memyan Serhat (Ersin Sefil) ku di 21’ê Avrêla 2026’an de şehîd ketibû û Şehîdên Meha Gulanê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.

Endamê Komîsyona Malbatên Şehîdan a NCDK’a St. Gallenê Nedim Çorak got: "Şehîdên me yên qehreman ku pêşengên têkoşîna me ya azadiyê ne, bi jiyan û têkoşîna xwe hişmendiyeke nû afirandin. Em bi bedelên ku şehîdên me dane li vir in. Di meha Gulanê de me gelek kadroyên pêşeng ên vê tevgerê winda kirin. Ji Hevalê Haki bigire heta Çaran, gelek hevalên me ji bo vê têkoşînê jiyana xwe feda kirin. Em ê bibin şopdarên têkoşîna şehîdên xwe."

Li ser navê KOMAW’ê Muzaffer Çınar jî axivî û bi bîranîna şehîdên meha Gulanê dest bi axaftina xwe kir û got: "Di 1’ê Gulana 1977’an de li Meydana Taksîmê 34 kedkar hatin qetilkirin. Ji pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Deniz, Îbrahim; ji pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê Haki Karer, Mehmet Karasungur, Çaran û gelek hevalên me yên ku em nikarin navên wan bijmêrin şehîd ketin. Divê em layîqî şehîdên xwe bin."

Di bîranînê de sînevîzyonên ku ji bo şehîdên Gulanê û Memyan Serhat hatibûn amadekirin hatin nîşandan. Çalakî bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.