Li Melbourneyê şehîdên meha Gulanê û Komkujiya Dersimê hat bîranîn

Di çalakiya bîranînê ya ku li avahiya NAVKURD a li bajarê Melbourne ya Awustralyayê hat lidar xistin de, şehîdên meha Gulanê û qurbaniyên komkujiya Dersimê ya sala 1938’an hatin bibîr anîn.

Kurdistaniyên ku li bajarê Melbourne ya Awustralyayê dijîn, li avahiya NAVKURD’ê civiyan û şehîdên meha Gulanê û qurbaniyên Komkujiya Dersimê ya sala 1938’an bibîr anîn. Bîranîn roja Yekşemê saet di 15.00’an de hat lidarxistin û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hat gotin ku qetilkirina Gulistan Doku, tê wateya ku li Dersimê hê polîtîkayên zextê dewam dikin. Hat destnîşan kirin ku, di doza Gulistan Doku de saziyên dewletê berpirsyar in û hat gotin ku tiştên li Dersimê pêk hatiye, parçeyek ji pêvajoya ‘Qirkirina’ dîrokî ye.

Piştre helbestên ku li ser Dersimê hatine nivîsandin, hatin xwendin û sînevizyonek hat pêşandan.

Di axaftinan de şehîdên meha Gulanê ku ji aliyê PKK’ê ve weke ‘Meha Şehîdan’ hatiye binavkirin, hatin bîranîn. Hat diyar kirin ku piştî Hekî Karer di 18’ê Gulanê de li Dîlokê hat qetilkirin, PKK’ê girîngiyek taybet da meha Gulanê.

Piştî nîşandana sinevizyonek Kurdî, li ser şehîdan pêşandanek hat kirin.

Bîranîn bi belavkirina helvayê li gel bidawî bû.