Li Sydneyê çalakiya roja dayikan hate lidarxistin
Bi pêşengiya navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), li Sydneyê çalakiyek hat lidarxistin û di kesayetiya Dayika Uveyş de Roja Dayikan a hemû dayikên şehîdan hat pîrozkirin.
Bi pêşengiya navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), li Sydneyê çalakiyek hat lidarxistin û di kesayetiya Dayika Uveyş de Roja Dayikan a hemû dayikên şehîdan hat pîrozkirin.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya li bajarê Sydney yê Awistralyayê, bi çalakiyeke girseyî di kesayetiya Dayika Uveyş de Roja Dayikan a hemû dayikên şehîdan hat pîrozkirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna dayikên şehîdan û Şehîdên Meha Gulanê dest pê kir.
Gulfer Olan li ser navê NCDK’ê axivî û bal kişand ser dayikên ku zarokên wan di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Olan got: "Diyariya herî mezin a ku em bidin dayikên xwe yên ku bi deh hezaran ewladên xwe di têkoşîna azadiyê de şehîd dane, wê azadiya gelê me û ya Rêber Apo be."
Hevseroka NCDK’ê Gulay Alkan jî di kesayetiya Dayika Uveyş de Roja Dayikan a hemû dayikan pîroz kir û diyar kir ku ji bo bersivdayîna hesret û têkoşîna wan, ew ê berxwedanê mezin bikin.
Hevseroka KON-MED’ê Ruken Akça jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku tevgera azadiya jinê bi berdêl û berxwedanên mezin gihîştiye îro. Akça anî ziman ku paradîgmaya azadiya jinê ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêş xistiye, bi şiarê "Jin, Jiyan, Azadî" ji bo jinên cîhanê bûye hêvî.
Çalakî bi nîşandana sînevîzyona ku ji bo bîranîna Dayikên Şemiyê hatibû amadekirin, bi muzîk û gerandina govendê bi dawî bû.