KOMAW’ê derbarê Şehîdên Meha Gulanê de daxuyanî da: Mîrasa têkoşînê dijî

Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), şoreşger û welatparêzên ku di meha Gulanê de şehîd bûne bi bîr anî û ragihand: Rêya herî watedar a xwedîderketina li şehîdên me, dilsoziya bi nirxên ku wan di oxira wê de têkoşîn meşandiye ye

Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), bi boneya şehîdên meha Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku meha Gulanê di têkoşîna azadî û rizgariya neteweyî ya Kurdistanê de bûye sembola berxwedan, fedaîtî û biryardariya têkoşînê.

KOMAW’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Di dîroka gelan de roj û mehên girîng hene ku nayên jibîrkirin û di bîra têkoşînê de şopên kûr hiştine. Bêguman di têkoşîna azadî û rizgariya neteweyî ya Kurdistanê de jî meha Gulanê meheke dîrokî ye ku berdêlên mezin tê de hatine dayîn.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şexsê pêşengên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd Haki Karer, Mehmet Karasungur, Hozan Mizgîn, Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin de; her wiha di şexsê şehîdên têkoşîna şoreşgerî ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmiş û hevalên wî de, hemû şoreşger û welatparêzên ku di meha Gulanê de şehîd bûne bi rêz, minet û hesret hatin bîranîn.

Hat destnîşankirin ku ev nav ne tenê kes in, lê sembolên têkoşînê ne ku hêviya azadiyê ya gelan mezin kirine: Ew wekî nûnerên helwesta birûmet a li dijî zext, înkar, mêtingerî û zilmê, di bîra gelan de dijîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku meha Gulanê di heman demê de meha êşên hevpar, berxwedana hevpar û hêviya hevpar a gelan e û hat ragihandin ku gelên Rojhilata Navîn berdêlên mezin dane û bi hezaran mirov di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.