Li Baselê bîranîna Qirkirina Dersimê
Beser Hatîce Altinişik li Baselê di bîranînê de axivî û qala plana pêkanîna Qirkirina Dersimê kir. Hevserokê FEDA'yê Şahîn Polat jî li hemberî gefan işaret bi girîngiya xweparastinê kir.
Beser Hatîce Altinişik li Baselê di bîranînê de axivî û qala plana pêkanîna Qirkirina Dersimê kir. Hevserokê FEDA'yê Şahîn Polat jî li hemberî gefan işaret bi girîngiya xweparastinê kir.
Di salvegera Qirkirina Dersimê de ku 4'ê Gulana 1937'an bi biryarnameyeke taybet a bi navê "Biryarên Tenkîlê ya Dersimê" destpê kir, li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk a Ewropayê (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk a Swîsreyê (YJAD) ve hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.
Bîranîn bi gulbanga ji aliyê Pîr Vakkas Ûrûl ve hate kirin destpê kir. Piştre sînevîzyonek li ser qirkirinê hate nîşandan. Piştre nûnerê Bernê yê FEDA'yê Alî Çalişkan axivî.
Hevseroka Swîsreyê ya FEDAA'yê Songul Aslan jî anî ziman ku Elewî ji aliyê dîrokî ve bi komkujiyan re rû bi rû man û got, "Qirkirina herî mezin a bi serê Elewiyan ve hat qirkirina Dersimê ye. Wezîfeya me ya bingehîn ew e ku vê qirkirinê li qada navneteweyî nîşan bidin. Em qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi hurmet bi bîr tînin. Di heman demê de mirovê aştiyê Sirri Sureyya Onder jî bi bîr tînin ku beriya salekê ji nava me koç kir."
Hevserokê FEDA'yê Şahîn Polat jî ragihand ku Dersim ji bo Elewiyan hemûyan cihekî girîng e û got, "Dersimê di herikîna dîrokê de ti carî serî li ber neheqiyê netewand. Ji ber vê yekê timî gefa qirkirinê li ser hebû. Yên ku bi qirkirina fîzîkî nehatin tinekirin, hewl hate dayin ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê bêne tinekirin. Ev polîtîka hîn jî dewam dike."" Şahîn Polat destnîşan kir ku çareserî jî têkoşîn e û anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd rêya rast nîşanî wan daye û got, "Bêyî hêza xweparastinê em ê hîn bêhtir li komkujiyan rast bên."
Herî dawî Beser Hatîce Altinişik axivî û anî ziman ku Qirkirina Dersimê encamek ji Plana Şark Islahat, Qanûna Îskanê û Qanûna Tûncelî ya dewletê bû û bi berfirehî qala detayên pêvajoya qirkirinê kir.
Çalakî bi parvekirina pariyan bi dawî bû.