Ji sirgûnê ber bi sindoqê ve: Li Brîtanya namzetên Kurd di siyaseta xwecihî de ne

Di 7’ê Gulanê de li Brîtanyayê hilbijartinên xwecihî wê pêk bên. Namzetên Kurd ji bo ku di siyasetê de çalaktir bibin û nûnertiya bi hezaran Kurdên li welêt bikin, xebatên xwe berfirehtir dikin.

Brîtanya di 7’ê Gulanê de ku nîqaşên li ser krîza aborî, rewşa koçberan û hevsengiya siyasî zêdeye, diçe hilbijartinê. Namzetên Kurd ji bo ku di siyasetê de çalaktir bibin û nûnertiya bi hezaran Kurdên li welêt bikin, xebatên xwe berfirehtir dikin. Di nava 136 rêveberên xwecihî de dê ji bo bêhtirî 5 hezar kursî dengdan pêk were. Bilindbûna Reforma UK’ê sîstema du partî zehmetir dike. Di vê pêvajoyê de namzetên Kurd di serî de li Londonê li gelek bajaran dadikevin qadan. Ev hewldan dihêle ku di siyaseta xwecihî de bêhtir bal bikişîne. Hilbijartin dê ne tenê ji bo şaredariyan, di heman demê de siyaseta Brîtanya jî ji nû ve dixe nîqaşê.

Hilbijartinên xwecihî yên li Brîtanyayê ya 7’ê Gulana 2026’an de, wekî yek ji hilbijartinên herî berfireh ên salên dawî têne dîtin. Dengdêr dê ji bo zêdetirî 5 hezar kursiyên encumenê li seranserê 136 rêveberên xwecihî yên li seranserê welêt dengên xwe bidin. Tê payîn ku nêzîkî 30 mîlyon dengdêr beşdarî hilbijartinan bibin, ku bajarên mezin ên wekî London, Birmingham, Manchester û Leeds vedihewîne.

Anket nîşan didin ku guhertinek girîng di siyasetê de heye. Bi taybet partiya rastgirê nijadperest Reform UK ku bi serokatiya Nigel Farage, bi nêrînên xwe ya dijî koçberî û dijî-desthilatdariyê di pêş de ye. Li gorî anketan, Reform UK bi rêjeya ji sedî 24–26, Partiya Muhafezekar bi rêjeya ji sedî 19–21 û Partiya Karker bi rêjeya ji sedî 17–18 di anketan de derketine pêş. Ev rewş qelsbûna avahiya siyasî ya du-partî ya demdirêj nîşan dide. "Your Party" ya Jeremy Corbyn li hin deveran bi hejmareke sînorkirî ya namzetan beşdar dibe.

ŞIKESTIN KÛR DIBE

Pirsgirêkên sereke yên ku di hilbijartinan de serdest in krîza aborî, lêçûna bilind a jiyanê, pirsgirêkên xaniyan, koçberî û zexta li ser xizmetên giştî ne. Zêdebûna kirê û lêçûnên jiyanê yên li bajarên mezin, barê li ser pergala tenduristiyê û fikarên ewlehiyê bandorê li ser tevgera dengdêran dikin. Di vê hawîrdorê de, bilindbûna Reform UK wekî nerazîbûnek ji dengdêran li hember pergala heyî tê dîtin. Ji ber vê yekê, hilbijartin ji mijarek herêmî bêhtir vediguhere "dengek razîbûnê".

Ev nîşan dide ku dibe ku avahiyek siyasî ya parçebûyî li Brîtanyayê derkeve holê. Bilindbûna Reform UK bingeha rastgir a Partiya Muhafezekar parçe dike û dibe sedema ku Partiya Karker hin dengdêran winda bike. Di encamê de, piraniya yek-partî dikare li gelek deveran qels bibe. Pêşbînî tê kirin ku qonaxek bi zêdebûna rêveberiyên koalîsyon û hindikahiyan re çêbibe.

KURD DI RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ DE JÎ AZWER IN

Hilbijartin ji bo dîtina civakên koçberan di siyasetê de jî girîng e. Li gelek bajaran, bi taybetî li Londonê namzetên Kurd ji bo bibin xwedî gotin têdikoş in. Tê texmînkirin ku di navbera 300 -400 hezar Kurd li Brîtanyayê dijîn, ku piraniya wan li dora Londonê kom bûne.

Li derveyî Londonê, li bajarên wekî Exeter, Manchester û Liverpoolê jî namzetên Kurd hene. Gelek namzet li herêmên Enfield, Haringey, Hackney, Edmonton û Tottenham ên Bakurê Londonê jî hene. Piraniya namzetan di lîsteya Partiya Karker de cih digirin. Her wiha Partiya Kesk a Brîtanya Walesê û namzetên serbixwe jî hene. Navên navdar Ajda Ovat, Gulçîn Ozdemîr, Makbule Guneş, Hanim Aydemîr û Îlkay Çînko ne. Mithat Îshakoglu jî namzetê li Exeterê ye.

Namzetên Kurd bi awayekî çalak di qadê de dixebitin, derî bi derî digerin da ku bi hilbijêran re hevdîtin bikin û armancên xwe rave bikin. Tê destnîşankirin ku namzetên Kurd dikarin di hilbijartinên 7’ê Gulanê de li Londonê bi taybetî bi bandortir bin. Di hawîrdorek ku bi krîza aborî û gotinên dijî-koçberan ên zêde dibe de, namzetên Kurd armanc dikin ku hem civakên xwe temsîl bikin û hem jî beşdariya demokratîk a berfirehtir misoger bikin. Poster û bangên bi zimanê Kurdî li Bakurê Londonê jî balê dikişînin.

ERBÎL: NASNAMEYA MIN A KURD Û ELEWÎ PARÇEYEK JI TÊKOŞÎNA MIN A SIYASÎ YE

Yek ji serokên encumenên pêşîn ên Kurd li Brîtanyayê Ergîn Erbîl, li ser pêvajoya hilbijartinê axivî. Erbîl, bal kişand ser nasnameya xwe ya Kurd û Elewî û got ku ew li Enfield mezin bûye û ji bo şaredariya Edmonton Green namzet e. Erbîl got, "Bi piştgiriya we, ez dixwazim çar salên din serokatiya encumenê bikim."

Erbîl, diyar kir ku sedema ketina wî ya siyasetê polîtîkayên teserûfa aborî yên serdema Partiya Muhafezekar bûn. Erbîl got ku ev siyaset xizmetên xwecihî qels kirine. Erbîl, bi bîr xist ku ji 15 saliya xwe ve bi Partiya Karker re di siyasetê de bû û di temenê ciwan de wekî endamê encumenê hat hilbijartin.

Erbîl, behsa girîngiya nasnameya xwe ya Kurd û Elewî kir û got, "Kurdbûn jî nasnameyeke siyasî ye." Erbîl, her wiha anî ziman ku ew piştgiriyê dide têkoşîna mafên mirovan a Kurdan.

Erbîl diyar kir ku di rêveberiya xwecihî de tevkarî kiriye ku çanda Elewî tevlî mufredatê were kirin û destek bê dayîna saziyên Elewî û Navenda Civaka Kurd. Erbîl got, ew van xebatan ji wezîfeyeke siyasî wêdetir, weke berpirsyariyekê dibîne.

Erbîl ragihand ku eger ew hate hilbijartin, wê kolanên bi ewle û paqij, park û dibistanan pêş bixe, ji bo ciwanan wê derfetên kar û avahiyan zêde bike û ji bo kesên bêmal projeyên avahiyên nû çêbike.

Erbîl destnîşan kir ku ew ê li dijî polîtîkayên muhafazakaran têbikoşin û got, astengiyên di qada tenduristî, xizmetên şaredarî û civakî de mexdûriyetê çêdike. Erbîl got, “Em feraseta şaredariyeke ji bo razemeniyê, diparêzin.” Erbîl bang li her kesê kir ku li dora Partiya Karkeran kom bibin.

FERHAN STÊRK: KURD DIVÊ DI SIYASETA XWECIHÎ DE, AKTÎF BIBIN

Ferhan Stêrk ê ku di heman demê de Dîrektorê Festîvala Filman a Kurd a Londonê ye, di hilbijartinên xwecihî yên 7’ê Gulanê de li herêma Enfield Highfield ji Partiya Keskan weke namzetê endamê meclîsa şaredariyê cihê xwe digire. Stêrk xebatên hilbijartinê li herêmên ku piranî Kurd lê dijîn, bi Kurdî û Îngilizî didomîne.

Stêrk diyar kir ku nêzî 20 sal in ew weke sirgûna neçarî li Brîtanyayê dijî û got, wî perwerdeya xwe ya akademîk li ser Psîkolojiya Malbat û Zarok dîtiye û niha li nexweşxaneyekê di vê qadê de wezîfe dimeşîne. Stêrk destnîşan kir ku li Bakurê Londonê nifûseke Kurdan a girîng heye û got, “Nêzî 250 hezar nifûsa Kurdan heye. Beşekî wê yê mezin, ji ber sedemên polîtîk hatine vî welatî.”

Stêrk anî ziman ku civaka Kurd tevî nifûsa xwe ya zêde jî di siyaset û rêveberiyên xwecihî de xwedî nûneriya têrker nîne û diyar kir ku di salên dawî de her çendî ku di vê qadê de zêdebûnek hebe jî, ev hîna ne têrker e.

Stêrk bilêv kir ku weke kesekî li dîasporaya Kurd dijî wî biryara xwe ya tevlîbûna siyasetê li ser vê pêdiviyê ragihandiye û got, “Kurd heta ku tevlî siyasetê nebin, nikarin daxwaz, pêdiviyên xwe yên civakî û nasnameya xwe bînin ziman. Lewma ez di siyasetê de cih digirim.”

Stêrk destnîşan kir ku siyaset ji bo başkirina jiyanê amûreke girîng e û anî ziman ku netew dewlet bi tena serê xwe mafên Kurdan nadin, lewma têkoşîna aktîf a di siyasetê de neçarî ye. Behsa mînakên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî kir û got, Kurd encex bi tevlîbûna rêxistinkirî û siyasî dikarin encam bigirin.

Stêrk diyar kir ku Partiya Keskan mafên koçberan diparêze û îfade kir ku lewma pêşniyara wê ya namzetiyê qebûl kiriye. Destnîşan kir ku Kurd piranî di nava Partiya Karkeran de cih digirin, lê ev ne bijarteka yekane ye, ya girîng bi nasnameya Kurd tevlîbûna siyasetê ye.

Stêrk diyar kir ku li herêmên mîna Enfield, Hackney û Haringey nifûseke girîng a Kurdan heye û got, tevî vê yekê jî di mekanîzmayên biryardayînê de temsîliyeta têrker nîne. Anî ziman ku ev kêmahî, bandora civaka Kurd bi sînor dike.

Stêrk bal kişand ser pirsgirêka çetebûnê ya ku bi taybetî li herêma Enfield bandorê li ciwanan dike û got, ciwanên ji perwerdeyê qut bûne, berê xwe didin çêkerên xeter û ev yek bandorê li ciwanên Kurd jî dike. Diyar kir ku ew armanc dike, têkildarî vê yekê projeyan pêş bixe.

Stêrk qala polîtîkayên koçber û penaberan jî kir û anî ziman ku gotinên dijberî koçberan û rastgiriya tund a li Ewropa û bandora partiyên mîna Refofm UK zêde bûye, li hemberî vê yekê jî Partiya Keskan bi rengekî zelal mafên koçberan diparêze. Stêrk destnîşan kir ku meseleya ziman krîtîk e û got, asîmîlasyon bi lez bûye û zimanê Kurdî her diçe qada bikaranînê winda dike. Stêrk ev tişt jî got, ji bo Kurdî di dibistanan de weke dersa hilbijartî cih bigire, ew ê têbikoşe. Stêrk got, “Pir girîng e ku Kurd bi ziman, nasname û hêviya xwe di siyasetê de cih bigirin. Armanca min, xurtkirina vê temsîliyetê ye.”

NAVENDA LÊKOLÎNÊN KURD: HÎNA EM NEBÛNE HÊZEKE SIYASÎ

Dîrektorê Centre for Kurdish Affairs (Navenda Lêkolînên Kurd) Bektaş Yavuz jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinan a ji bo Kurdan û anî ziman ku di siyaseta Îngilistanê de çêkera du partiyî lewaz bûye û qadeke hevrikiyê ya hîn bi parçe çêbûye. Yavuz diyar kir ku Reform UK di rastgiriyê de, Kesk di çepê de û Demokratên Lîberal di navendê de hêz bi dest dixin, ev yek kapasîteya nûneriyê ya Partiya Muhafazakar û Partiya Karkeran lewaz dike.

Yavuz got, di van hilbijartinan de namzetên serbixwe kampanyayên hîn organîzetir dimeşînin û medyaya dîjîtal bûye amûreke diyarker. Yavuz got, hilbijêrên Kurd li gorî profîlê namzet û geşedanên polîtîk tevdigerin, lê belê hîna nebûne hêzeke siyasî. Yavuz ji bo encamên hîn xurttir bal kişand ser pêdiviya stratejiya hevpar û koordînasyonê.

DIVÊ EM HÊZA XWE YA SIYASÎ RAST RÊXISTIN BIKIN

Yavuz diyar kir ku di rêveberiyên xwecihî de temsîliyeta Kurd tenê weke xuyakirin na, di heman demê de ji bo xurtbûna tevlîbûna demokratîk jî krîtîk e û got, ev temsîliyet tevkarî dike ku hem pêdiviyên civakî hîn baştir bên nîşandan hem jî polîtîkayên berfireh pêş bikevin.

Herî dawî Yavuz îfade kir ku eger hêza siyasî ya dîasporaya Kurd rast were rêxistinkirin, wê di qada navneteweyî de jî bi bandor be û destnîşan kir ku ev potansiyel ji bo avakirina dîplomasî û raya giştî derfeteke girîng pêşkêş dike, lê belê ji bo ev veguhere bandoreke mayînde stratejiyeke hîn demdirêj dixwaze.