Piştgiriya ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku bi pêşengiya Rêber Apo hat destpêkirin, li qada navneteweyî dewam dike. Li ser vê bingehê bi dehan kesayetên Îtalî ku di nav de senetor, parlamenter, sendîkavan, akademîsyen û parêzer jî heyî, nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Gabriel Revel re nivîsandin û banga naskirina ‘mafê hêviyê’ yê Rêber Apo kirin.
‘ABDULLAH OCALAN ALTERNATÎF PÊŞKÊŞ DIKE’
Nameyê ku behsa krîzên li Rojhilata Navîn dike, girîngiya rola Rêber Apo anî ziman.
Di nameyê de, hat destnîşankirin ku ji ber şer, ku Îran jî girt nav xwe, krîzeke nû li herêmê derdikeve holê. Hate diyarkirin ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku rasterast di pevçûnê de cih negirtiye.
Ev rewş bi analîzên Rêber Apo ên li ser herêmê ve hat girêdan û hat destnîşankirin ku ew li şûna çareseriyên leşkerî, diyalog û lihevhatinê pêşniyar dike. Hat gotin ku di derbarê pêşketinên li Sûriyeyê de, Rêber Apo behsa girîngiya kêmkirina rageşiyê û şopandina çareseriyeke siyasî kir û nêrînên xwe parve kir.
‘BIRYARÊN KE Û DMME’YÊ NAYÊN PÊKANÎN’
Di nameyê de, hat destnîşan kirin ku tevî bangên ji bo çareserî û lihevhatinê, Rêber Apo li Îmraliyê tê girtin û hat gotin ku ev rewş beşdarbûna wî ya di pêvajoyê de sînordar dike.
Di nameyê de, hat gotin ku Rêber Apo diyar kir ku ew ji bo çareseriyek siyasî amade ye, lê ji ber şert û mercên girtîgehê nikare rolek bi bandor bilîze. Her wiha di nameyê de, avakirina komîsyona Meclîsê û serdana wê ya li Îmraliyê wekî gavên girîng hatin nirxandin.
Hat gotin ku "Ocalan wekî muxatabekî sereke tê dîtin. Lê belê di şert û mercên girtina wî de tu guhertin çênebûye û ragihandin hîn jî sînordar e.”
Di nameyê de, hat diyarkirin ku di rapora komîsyonê ya Sibata 2026’an de girîngiya bicih anîna biryarên DMME û Dadgeha Destûrî hate destnîşankirin û ev tişt hat gotin, “ Lê belê, nêzîkatiya dijî terorê berdewam dike û ev yek astengiyek li pêşiya diyalogê ye. Tevî pêşniyarên Konseya Ewropayê jî, tu gavên berbiçav nehatine avêtin.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ NAS BIKIN’
Di nameyê de, hat destnîşankirin ku azadiya Rêber Apo dê tevkariyeke xurt di pêvajoya aştiyê de bike û ji Konseya Ewropayê hate xwestin ku "mafê hêviyê" nas bike.
Hat daxuyakirin ku Rêber Apo di nava sala bihurî de gotinên xwe bi gavên şênber bi pratîk kiriye û hat gotin ku bi banga Rêber Apo re PKK’ê biryara bidawî anîna têkoşîna çekdarî û fesixkirinê da.
Her wiha di nameyê de, hate gotin ku bi sedan kes û rêxistinên navneteweyî ku di nav de xwediyên Xelata Nobelê jî hene piştgiriya xwe ji bo Rêber Apo anîne ziman û di salvegera banga Rêber Apo ya 2025’an de, behsa girîngiya aştî û demokrasiyê hat kirin.
Di nameyê de, hate xwestin ku "mafê hêviyê were naskirin û biryarên DMME’ê werin bicîhanîn." Di dawiyê de, hate xwestin ku Rêber Apo serbest were berdan û bi rengekî çalak tevlî pêvajoya aştiyê bibe.
Navê kesayetên ku nameyê îmze kirine bi vî rengî ne:
Fabrizio De Sanctis, Parêzer, Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê
Domenico Gallo, Serokê Rûmetê yê Dadgeha Bilind a Romayê
Peppe De Cristofaro, Senator
Luana Zanella, parlamenter
Marco Grimaldi, parlamenter
Francesca Ghirra, parlementer
Francesco Mari, parlamenter
Angelo Bonelli, parlamenter, Berdevkê Keskan
Francesco Emilio Borrelli, parlamenter
Devis Dori, parlamenter
Eleonora Evi, parlamenter
Nicola Fratoianni, parlamenter
Elisabetta Piccolotti, parlamenter
Filiberto Zaratti, parlamenter
Giovanni Russo Spena, Parêzer, senatorê berê
Donatella Ianelli, Parêzer
Livio Pepino, Parêzer, dadwerê berê
Michela Arricale, Parêzer, Hevseroka CDER
Fabio Marcelli, Parêzer, Hevserokê CRED
Nicola Giudice, Parêzer
Francesco Romito, Parêzer
Walter Tucci, Parêzer
Mario Antonio Angelelli, Parêzer
Luigi De Magistris, Dadwerê berê, Şaredarê berê yê Napolî
Claudio De Fiores, Presidente Centro Riforma dello Stato
Antonello Ciervo, Parêzer
Maurizio Acerbo, Sekreterê Neteweyî yê Rifondazione Comunista / Ewropa Çep
Anna Camposampiero, Serokê Têkiliyên Derve, Rifondazione Comunista / Sekreteriya Neteweyî ya Ewropa Çep
Stefano Galieni, Rifondazione Comunista / Sekreteriya Neteweyî ya Ewropa Çep
Alessandra Agostino, Profesora Hiqûqa Destûrî, Zanîngeha Fakulteya Hiqûqê a Torino
Valentina Pazé, Mamosteya Felsefeya Siyasî, Zanîngeha Torino
Giorgia Sanguinetti, Sekretera Odeya Karkeran a CGIL Mîlanoyê
Enzo Greco, Sekreterê Odeya Karkeran a CGIL Mîlanoyê
COBAS, Konfederasyona Komîteyên Bingehîn
Piero Bernocchi, Berdevkê Konfederasyona COBAS
Antonio Amoroso, Endamê Lijneya Rêveberiya Neteweyî ya Konfederasyona CUB
Roberto Aprile, Endamê Lijneya Rêveberiya Neteweyî ya Konfederasyona COBAS
Renato Franzitta, Endamê Lijneya Rêveberiya Neteweyî ya Konfederasyona COBAS
Vincenzo Miliucci, Endamê Lijneya Rêveberiya Neteweyî ya Konfederasyona COBAS
Cesare Antetomaso, Parêzer
Valentina Ripa, Pispora Zimanê Spanî, Zanîngeha Salerno
Antonella Barranca, Endama Sekreteriya CGIL Milano Nidil
Alessandro Credali, Endamê Sekreteriya CGIL Milano Flai
Paola Tommaseti, Sekretera CGIL Milano Flai
Hazal Koyuncuer, Endama Sekreteriya CGIL Milano Flai
Luca Benedetti, Rêveberê Herêmî yê CGIL Giambellino
Paolo Limonte - Mamoste
Eduardo Bai, Bijîşk
Yilmaz Orkun, Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Îtalyayê