BI DÎMEN

Daniela Patti: Azadî û statuya Ocalan ji bo serketina pêvajoyê diyarker e

Hevseroka Partiya Volt Daniela Patti anî ziman ku gavên PKK'ê û Rêber Apo avêtin e xwedî îradeyeke xurt a aştiyê ne û got, "Ji bo serketina pêvajoyê divê gavên hiqûqî yên şênber bêne avêtin û azadiya Ocalan pêk were."

DANIELA PATTI

"Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêber Apo di 27'ê Sibata 2025'an de kir, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd weke destpêka serdemeke nû hate nirxandin. Yek ji kesayetên ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne Hevseroka Giştî ya Partiya Volt a Îtalyayê (Volt Italia) Daniela Patti ye. Daniela Patti ji ANF'ê mijar nirxand û anî ziman ku helwesta Rêber Apo û PKK'ê gelekî girîng û dîrokî ye ku beriya rûdana krîzên li gelek deverên Rojhilata Navîn helwest ji bo aştiyê nîşan dan. Patti got, "Bi dîtina min, divê herî zêde bala Ewropayê li ser gotinên Birêz Ocalan be. Yek ji meseleyên herî girîng ê niha ew e ku pêvajoya çekdanîna PKK'ê sînyaneleke gelekî xurt e. Ev yek di heman demê de nîşan dide ku tevgera Kurd dikare ji bo Ewropayê bibe muxatabek ku pêvajoyê hevseng bike.

Lê belê bi qasî ku em dibînin, mixabin Ewropa careke din helwesteke hevpar nîşan nade. Her welat bi Tirkiyeyê re hevdîtinên şexsî dikin. Wekî din di hevdîtinên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka yên bi Tevgera Kurd re bi qasî ku em dibînin, ev têkilî tenê li ser pêwîstiya hiştina hêzê ya li qadê maye, ji bo çareseriyeke aştiyanek weke hêzeke hevalbend nedîtiye."

'PKK'Ê DI PÊVAJOYEKE DÎROKÎ DE BIRYAREKE BI WATE WERGIRT'

Daniela Patti got, "Çalakiya fesixkirina xwe ya PKK'ê bangeke gelekî xurt e" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Gava ku mirov ji perspektîfa Ewropayê mercên şer li ber çavan bigirin, wê were dîtin ku di demeke bi vî rengî dîrokî de ev biryara PKK'ê gelekî bi wate ye. Ji ber ku şer hîn bêhtir nêzî sînorên me dibe. Mînak; em li qirkirina metirsîdar a li Ûkrayna û Fîlîstînê bifikirin.

Di vir de nuqteya girîng a ku divê mirov bi taybetî li ser bisekine ew e ku hiqûqa navneteweyî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ve di asteke mezin de hatiye binpêkirin. Çekdanîn îfadeyeke xurt e ku divê aştî bi pozîsyonên cuda bê şîrovekirin û bi rêya avakirina çareseriyeke hevpar çareserî ne bi çekê lê bi siyasî dibe.

Û bi dîtina min, ev helwesta PKK'ê û Birêz Ocalan mijareke gelekî girîng e ku divê em li ber çavan bigirin. Ji ber vê jî di demekê de ku li qada navneteweyî û Ewropayê şer zêde bûye, feraseta me ya aştiyê bûye mijara nîqaşê ku piştî Şerê Cîhanê yê 2'yemîn hêza me ya herî mezin bû, gelekî girîng e ku hîn bêhtir bal biçe ser tevgera Kurd."

'OCALAN CAREKE DIN NÎŞAN DA KU PÊŞENG E'

Patti banga dîrokî ya Rêber Apo ya 2025'an bi bîr xist û got, "Bi vê bangê re Birêz Ocalan careke din raxist pêş çavan ku di nîqaşên aştiyê de dikare bi rola pêşengiyê rabe."

Daniella Patti got, "Birêz Ocalan salên dûr û dirêj e li girtîgehê ye û tecrîdkirî ye. Li gel vê yekê jî gelekî balkêş e ku analîzên ewqasî şênber dike" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji ber vê jî ji bo karibe di pêvajoya aştiyê de bi rola muzakerevanê sereke rabe gelekî girîng e ku Birêz Ocalan bê berdan.

Berdana wî di vê qonaxê de wê gelekî girîng be; ji ber ku ev yek tê wateya destpêkirina diyalogeke hevseng. Azadiya Birêz Ocalan di heman demê de wê bibe gava destpêkê ya nîşandana îradeyeke rasteqîn û ji dil a lihevkirinê. Lewma ji bo mirov qala pêvajoyeke aştiyê bike, azadiya Ocalan şertê pêşî yê pêwîst e.

Ji ber vê jî di hemû pêvajoyên li cîhanê de du an jî bêhtir aktor dema li dora maseya muzakereyê rûdinên, ji aliyê azadiya şexsî ve divê xwedî heman mercan be. Ev yek her tim pêwîstiyek e."

'PEYAMA PIŞTEVANIYÊ

Patti herî dawî ragihand ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd, wê vê piştgiriya xwe dewam bikin û got, "Ez ji dost û hevrêyên xwe yên Kurd zanim ku di vê demê de parastina hêviyê zehmet e. Rageşî jinûve mezin bûye. Ji ber vê jî dixwazim peyama piştevaniyê bidim; Hûn bi tenê nînin, em bi we re ne."