BI DÎMEN

Sirri Sakik: Ji bo çareseriya mayînde destûreke nû şert e

Parlamenterê Agiriyê yê Partiya DEM’ê Sirri Sakik, di civîna gel a ku li Marignane ya Fransayê hat lidarxistin de, der barê geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê û meseleya Kurd de nirxandin kirin û destnîşan kir ku ji bo çareseriyê destûr hewce ye

Sirri Sakik, beşdarî civîna gel a ku li salona Espace Gala ya li Marignane ya ser bi bajarê Marsîlyaya Fransayê hat lidarxistin bû û diyar kir ku pêvajoya heyî tenê bi veguhertineke demokratîk a berfireh dikare bi pêş ve biçe.

 Sakik bi bîr xist ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçeli bi daxuyaniyeke surprîz pêvajoyeke nû daye destpêkirin û anî ziman ku Rêber Apo di 27ê Sibatê de bersiv daye vê pêvajoyê. Sakık diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de berpirsiyarî hatine bicîhanîn û got: “Ji bo ku nîşan bidin di pêvajoya nû de cihê çekan nîne, PKK’ê xwe fesh kir û ji bo danîna çekan dest bi avêtina gavan kir.”

DEWLET TAKTÎKA MIJÛLKIRINÊ DIDOMÎNE 

Sakik diyar kir ku dewleta Tirk li şûna ku pêvajoyê bi pêş bixe, polîtîkaya mijulkirin û belavkirina bi demê re dimeşîne û bal kişand ser zextên ku li ser siyasetmedarên Kurd berdewam dikin. Sakık cezayên ku di dema dawî de hatine birîn wek mînak nîşan da û van îfadeyan bikar anî:

“Hê vê mehê li Agiriyê bi giştî 177 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedarên Kurd hat birîn. Li Hevseroka me ya Mûşê Çîçek xanimê ji heman sûcî du caran ceza hat birîn. Şaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya 10 sal in di girtîgehê de tê girtin. Selahattin Demirtaş jî tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn, 10 sal in bi neheqî girtî ye.”

Sakik diyar kir ku ferzkirina “poşmaniyê” ya li ser girtiyên siyasî jî berdewam dike û got: “Hîn jî poşmanî li ser kesên ku 30 sal in di girtîgehê de ne tê ferzkirin. Divê dewlet vê yekê bizanibe ku Kurd li çar aliyê cîhanê dijîn û daxwazên wan hevpar in.”

ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ RABÛN SER PIYAN

Sakik behsa rûdanên dema êrîşên li ser Rojavayê jî kir û got ku di vê pêvajoyê de li seranserê cîhanê Kurd bi girseyî daketine qadan. Sakik got, “Çar parçeyên Kurdistanê rabûn ser piyan” û diyar kir ku gelê Kurd reflekseke hevpar nîşan daye.

Sakik diyar kir ku ji bo pêvajoyeke nû bi rastî bi pêş bikeve divê gavên bingehîn werin avêtin û destnîşan kir ku sererastkirinên destûrî yên heyî kêm in. Sakık got, “Bi Kurdî gotineke heye: Heke tu dew dixwazî, divê tu tasa xwe veneşêrî” û wiha berdewam kir:

“Heke Tirkiye rûpeleke nû veke, divê vê yekê ne tenê bi guhertinên di destûrê de, lê belê bi destûreke nû bike. Divê efûyeke giştî were ragihandin û destûreke ku tê de înkar û red tune be were avakirirn. Bi nêzîkatiya ‘em dest nedin vê maddeyê, dest nedin wê maddeyê’ ev pirsgirêk çareser nabe. Di destûrê de ji bo Tirkan kîjan maf hebin, divê ji bo Kurdan jî heman maf hebin.”

Sakik der barê dema pêş de jî nirxandin kirin û anî ziman ku ew di mehên Gulan û Hezîranê de li benda geşedanên berbiçav ên der barê sererastkirinên nû de ne.

Civîn bi tevlîbûna zêde ya gel, bi şêweyê pirs û bersivan berdewam kir.