Greva birçîbûnê ya rojnamevan Şêrwan Şêrwanî kete roja 18'an ku li girtîgeha li Hewlêrê tê ragirtin. Li bajarê Zurich ê Swîsreyê çalakiyeke piştgiriyê hate lidarxistin. Hevalên Şêrwanî, aktîvîstên Çawî Başûr û nûnerên saziyên Kurdistanî daxuyanî dan çapemeniyê û bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya rojnamevan.
Daxuyanî li Komeleya Çandê ya Rojava ya li bajarê Klotenê yê li Kantona Zurichê hate dayin û Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S), aktîvîstên Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S), nûnerên PYD, PJAK, FEDA û Çawî Başûr tevlî bûn.
Aktîvîstê Çawî Başûr Rêbaz Muhammed daxuyanî da û diyar kir ku Şêrwanî zêdeyî pênc sal in bi îdîaya "sîxuriyê" girtî ye û ev sûcdarî ji aliyê malbat û parêzerên wî ve tê redkirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Şêrwanî weke aktîvîstekî mafên mirovan û rojnamevanekî serbixwe bêedaletî, nelirêtî û binpêkirinên mafên mirovan xist rojeva raya giştî.
Her wiha hate ragihandin ku Şêrwanî yê ku 18 roj in di greva birçîbûnê de ye rewşa wî ya tenduristiyê giran dibe û ev daxwaz hatin kirin:
Şêrwan Şêrwanî karibe bi lez têkiliyê bi malbat û parêzerên xwe re jinûve dîne,
Weke girtiyekî mafên wî yên qanûnî û mafên bingehîn ên mafên mirovan bêne parastin,
Ji ber rewşa krîtîk a tenduristiyê bi lez û bêşert bê berdan.