EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Lahrê civîn: Divê Kurd xwedî li nasname, ziman û yekîtiya xwe derkevin
Zanyarê olî yê Kurd Şêx Murşîd Xeznewî, di civîna gel a ku li bajarê Lahr ê Elmanyayê hate lidarxistin de axivî û destnîşan kir ku tevî zextên dîrokî, divê Kurd ziman, nasname û yekîtiya xwe ya neteweyî biparêzin. -
Li Krasnodarê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li bajarê Krasnodar ê federasyona Rûsyayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, pîrozbahî hate lidarxistin. -
Li Cenevreyê çalakiya 8’ê Adarê: Em berxwedanê bi felsefeya YPJ’ê dimeşînin
Komuna Jinan a Şehîd Sema Yuce ya Cenevreyê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî li dar xist û têkoşîna kedkarên jin ên ji 1857’ê heta îro hate vegotin. -
Fermandara YPJ’ê li Berlînê beşdarî civîna gel bû
Li Berlînê bi beşdariya endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn civîneke gel hat darxistin. Efrîn di civînê de bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û pêvajoya siyasî; wê peyam da ku tevî hemû zextan jî dê têkoşîna azadiyê bi biryardarî bidome. -
Li Zanîngeha Cenevreyê standa 8’ê Adarê hat danîn
Komaleya Xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Cenevreyê (Adek) di çarçoveya 8’ê Adarê de li zanîngehê stand danîn û têkildarî têkoşîna azadiya jinan agahî dan. -
KOMAW’ê ji bo Newroza Frankfûrtê banga tevlîbûnê kir
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ji bo şahiya Newrozê ya ku wê 21’ê Adarê li Frankfûrtê were lidarxistin, banga tevlîbûnê li gel kir. Komeleyê destnîşan kir ku peyama Newrozê aştî, xwişk-biratî û azadî ye. -
Li Strasbourgê yekîtiya neteweyî û pêşketinên herêmî hatin nîqaşkirin
Piştî bernameya fitarê ya ku li Navenda Civaka Kurd a Strasbourgê pêk hat, civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de pêşketinên li Rojava, şerê li Îranê, tecrîda li Îmraliyê û yekîtiya neteweyî ya di navbera Kurdan de hatin nîqaşkirin. -
Pirsgirêka Kurd li NY’ê ye: Tirkiye li gorî peymanan tevnagere, bersivê nade gavên Ocalan
Di çarçoveya 61’emîn Rûniştina Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de konferans hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku Tirkiye mafên kêmneteweyan binpê dike, biryara "mafê hêviyê" bi cih nayne û binpêkirinên li Rojava li dijî hiqûqa navneteweyî ne. -
DAKME’yê 17’emîn kongreya xwe ya asayî lidar xist
Meclîsa Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKME), li bajarê Dortmund a Elmanyayê 17’emîn kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di dawiya kongreyê de Nergîz Sarikaş û Alîşan Tekîn weke hevserokên nû yê DAKME’yê hatin hilbijartin. -
Li Îngilistanê statuya penaberan li şûna 5 salan wê ji bo 30 heyvan were dayîn
Hikûmeta Îngilistanê diyar kir ku wê dema statuya penaberan ji 5 salan daxistiye 30 heyvan. Sepana nû wê ji roja Duşemê û pê ve ji bo hemû serlêdanan derbasdar be. -
Li Londonê şeva piştgiriya bi Rojava re
Li Navenda Civaka Kurd a li Londonê ji bo piştgiriya bi Rojava re şevek hate lidarxistin û peyamên yekîtî û piştevaniyê hatin dayin. -
Nurî Malikî: Wê textê zaliman biheje
Serokê Hevpeymana Dewlet Yasa Nûrî Malikî gefa tolhildanê ya ji ber kuştina Lîdarê Olî yê Îranê Elî Xamineyî da û êriş weke sûceke siyasî binav kir û got: “Benda bersivek bin ku wê textê we bihejîne.” -
Li Frankfurtê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn.
Li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê bi beşdariya bi sedan jinan panelek hat lidarxistin û bi vê panelê re li eyaleta Hessenê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê kirin. Di bernameyê de têkoşîna jinan, nasname û pêvajoya aştiyê hatin nîqaşkirin. -
Li Minabê di êrişa ser dibistanê de hejmara miriyan derket 148’an
Li gorî medyaya dewletê ya Îranê, di êrişa hevpar a DY-Îsraîlê ya li ser dibistaneke seretayî ya keçan a li Îranê de, hejmara miriyan derket 148an û hejmara birîndaran jî gihîşt 95an. Ev bûyer wekî girantirîn windahiya sivîlan a şer hate tomarkirin. -
Bi tevlîbûna Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Anderlechtê civîna gel hat pêk hat
Li Anderlechtê bi tevlîbûna Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de geşedanên mehekî dawî, xeterî û derfet hatin nirxandin û îşaret bi yekîtiya Kurd û berxwedana gel hate kirin. -
Li Kopenhagê civîna gel a bi rojeva ‘pêvajo’ û ‘Rojava’
Li Kopenhagê ya paytexta Danîmarkayê, li Navenda Civaka Demokratîk (NCD ) bi beşdariyeke zêde civîneke gel hat darxistin. -
Biryara SP’ê ya ji bo Sûriyeyê: Rojava û modela wê biparêzin!
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê di kongreya xwe de derbarê Rojava de hin biryar standin. Di daxuyaniya ku bi yekdengî ji hêla delegeyan ve hat qebûlkirin de, li dijî êrîşên li ser Rojava nerazîbûn hat nîşandan û banga parastina Rojava hate kirin. -
Şehîdên Helebê li Churê hatin bibîranîn
Li Churê ji bo şehîdên Helebê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bal kişand ser geşedanên heyî ya li Rojava û îşaret bi mayîndekirina destkeftiyan kir. -
Li Bergisch Gladbachê Şehîdên Rûmetê hatin bibîranîn
Di çalakiya bîranînê ya ku li bajarê Bergisch Gladbachê hat lidarxistin de, şehîdên ku li Rojava û Rojhilat hatine qetilkirin hatin bibîranîn. Malbatên şehîdan peyama “Heta nefesa dawî em dilsozê doza wan in” dan. -
Ji saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê biryara Newroza ‘Yekîtiya Neteweyî’
Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê Cejna Newroza 2026’an wekî pêngaveke dîrokî nirxandin û biryar dan ku bi dirûşmeya 'Yekîtiya Neteweyî' beşdarî pîrozbahiya navendî ya li Frankfurtê bibin. -
3’emîn Rojên Çanda Jinên Kurd bi vekirinekî bi coş destpê kir
Rojên Çanda Jinên Kurd ku îsal cara sêyemîn li Berlînê tê lidarxistin, bi pêşangeha hunerê ku berhemên hunermendên jin ên li çar parçeyên tê de cih digrin, destpê kir. -
Li Stuttgartê standa agahdarkirinê ya ji bo Rojava dewam dike
Di çalakiya ku li Stattgartê ji bo naskirina statuya Rojava û rakirina ambargoya li ser Kobanê bi hefteyan in dewam dike de, îşaret bi desteserkirina mafê xweparastinê ya gelê Êzidî hate kirin. -
Li Sydneyê panela Şoreşa Rojava: Pêvajo hesas e, hevgirtin girîng e
Li bajarê Sydney a Awûstralyayê bi pêşengiya rojnameya Green Leftê panelek hat lidar xistin. Di panelê de Şoreşa Rojava û geşedanên li herêmê hatin nirxandin. -
Ji bo Rojava şandeyek çû serdana Şaredarê Luzernê
Li Swîsreyê şandeyek ku ji hevserok û endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzernê (Dem-Kurd) pêk tê, têkildarê rewşa Rojava serdana Şaredarê Luzernê kir. -
Li Kanadayê çalakiya ji bo zimanê dayikê
Li bajarê Toronto yê Kanadayê di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de çalakiyek hate lidarxistin û banga parastina Kurdî hate kirin.