Li Duisburgê 77’emîn rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin
Li Duisburg a Elmanyayê 77emîn Rojbûna Rêber Apo bi pîrozbahiyekê hat pîrozkirin.
Li Duisburg a Elmanyayê 77emîn Rojbûna Rêber Apo bi pîrozbahiyekê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ya Duisburgê ve li hola DKTM’ê hat lidarxistin. Jin, zarok û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel axaftin hat kirin. Hevserokê FED-MED’ê Ehmed Kobanê jî di pîrozbahiyê de axivî.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku jidayikbûna Rêber Apo ji bo jinên Kurd tê wateya ”ji nû ve zayînê”.
Hat destnîşankirin ku paradîgmaya rizgariya jinan û modela Konfederalîzma Demokratîk ji bo tevgerên ku ji bo jiyaneke azad têdikoşin bûye çavbaniya îlhamê.
Di axaftinan de peyama "Azadiya Rêber Apo azadiya me jinan e" hat dayin.
Pîrozbahî bi stran, dirûşm û govendê bi dawî bû.