KNK’ê Qazî Mihemed û hevrêyên wî bibîr anî

Konseya Rêveber a KNK’ê, Qazî Mihemed û hevrêyên wî bibîr anî û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê berdewam dike.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di salvegera darvekirina Qazî Mihemed û hevrêyên wî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de, girîngiya dîrokî ya Komara Kurdistanê hate bibîr xistin û hate destnîşankirin ku têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê berdewam dike.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Di roja 31’ê Adara 1947’an (10 Xakelêwe 1326 hetawî) de piştî rûxandina Komara Kurdistanê, damezrêner û serokkomarê pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serokkomar Seyf Qazî û nûnerê Mehabad li Parlamenta Îranê û nûnerê Qazî Mihemed ê Tahranê Sadr Qazî, li meydana Çarçirayê hatin darvekirin.

Kesên hatine darvekirin bi van hersê têkoşeran ve sînordar nînin. Hem beriya darvekirina Qazî Mihemed û hem jî piştî wê li Mihabad, Seqiz, Bokan û Miyabduab ê 22 efser û rêvebirên din jî yên Komara Kurdistanê hatin darvekirin. Çar efserên Komarê ku zivirîbûn Iraqê û bi Mele Mûstafa re neçûbûn welatê Sovyetê, li Bexda yê hatin darvekirin. Bi giştî 28 rêveber û efserên Komara Kurdistanê hatine darvekirin û tevlî nava karwanê şehîdên azadîyê bûne.

Qazî Mihemed û hevrêyên xwe bi dilsozîyek mezin ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebitîn û têkoşiyan. Bi avakrina Komara Kurdistanê re di rizgariya gelê Kurd de gaveke dîrokî avêtin. 

Di encama lihevkirinên dewletan, bi taybetî Brîtanya û Soveyetê ku ji bilî berjewendiyên xwe tu nirxekî din nas nedikirin, bi rejîma Şahê faşîst re dewleta Îranê êrîşî Komara Kurdistanê ya ku nû hatibû avakirin, kirin. Qazî Mihemed û hevrêyên wî yên têkoşer li Qada Çarçira darvekirin.

Têkoşîna Qazî Mihemed û hevrêyên wî û bêbextîya ku li wan hat kirin bi awayekî vekirî nîşan da ku hêzên kolonyalîst çawa nêzî Kurdan bûne û ji bo berjewendiyên xwe dikarin bêbextîyê bikin. Bi nêzîkatiya wan a li Komara Kurdistanê re derket holê ku berpirsyarê rastî yê pirsgirêka Kurd û çaresernebûna wê, hêzên mêtingere û ev nêzîkatiya wan îro jî didome.

Dema ku Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin, destkeftên mezin ên rêxistinkirina civaka Kurd, ferheng û çand, perwerde, hînkarî û aborî, bi giştî binesaziya wê hatibû amadekirin. Lê mixabin bi palpiştiya kolonyalîzma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagirker a Îranê, dawî li Komarê hat. Dîsan bi plan û komployên nevneteweyî re ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê ku wek mafên rewa yên Kurdan in binpêkirin û li Rojhilatê Kurdistanê dagirkerî heta roja îro domandin.

Di wê demê de biryardan û îlankirina dewleta serbixwe, bi navê Komara Kurdistanê, biryareke siyasî û civakî ya wêrek bû ku di nava şert û mercên giran ên bi dawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyemîn bû. Lewra ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.

Îro jî, li hemberî desthilatdariya dewleta Îranê, ciwanên Kurd, jinên Kurd, bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û parastina rewa têkoşîneke destanî didine meşandin. Tevî ku dewleta Îranê, her roj cezayên darvekirinê dide ciwanên Kurd, têkoşer, siyasetmedar û çalakvanên Kurd di zindanan de dîl digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmed û hevrêyên wî didomînin. 

Bêhtirî meheke Îran di nava şereke giran da ye. Gelê Rojhilatê Kurdistanê jî, ji vî şerî gelek bi bandor dibin. Rejîma Îranê, ber bi rûxandinê ve diçe. Niha bi giştî di herêma rojavaya Asyayê da kaosek heye. Ev rewş hem xeterî hem jî derfetan bi xwe re tîne. Di serî de gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê divê ji vê rewşê re amade bin. Divê li hember êrîş û xeteriyan gel bê parastin û divê derfetên azadiyê jî bêne afrandin. 

Em weke KNK’ê, di bîranîna 79’emîn saliya şehadeta pêşewa Qazî Mihemed, Seyf Qazî, Sadr Qazî û hevrêyên wan de, hemû şehîdên Kurdistanê careke din bi rêz û hurmet bi bîrtînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin. Her wiha di sêrî de dagirkerên weke rejîma Îranê û hemû dagirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar û mehkum dikin.”