Li Cenevre, Hamburg û Essenê Rojbûna Rêber Apo bi çalakiyan hate pîrozkirin
77’emîn rojbûna Rêber Apo li bajarên Cenevre, Hamburg û Essenê bi çalakiyên curbecur hate pîrozkirin.
77’emîn rojbûna Rêber Apo li bajarên Cenevre, Hamburg û Essenê bi çalakiyên curbecur hate pîrozkirin.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Cenevreyê, bi pêşengiya Komuna Jinan a Şehîd Sema Yuce çalakiyek hate lidarxistin. Tevlî welatparêzên Kurdistanî, gelek zarok jî beşdarî bernameyê bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Amarayê û hemû şehîdên şoreşê dest pê kir.
Piştî axaftina vekirinê, helbesta bi navê "195 Zarok" ku Rêber Apo sala par ji bo zarokan nivîsandibû, hate xwendin. Beşdaran bi baldarî li sînevîzyona ku behsa jiyana Rêber Apo, cîhana wî ya ramanî û têkoşîna wî ya li ser bingeha biratiya gelan dikir, temaşe kirin.
Çalakî bi muzîka Komuna Çandê ya Cenevreyê berdewam kir. Di pîrozbahiyê de ku govend hatin gerandin, perspektîfên neteweya demokratîk, azadiya jinê û civaka ekolojîk derketin pêş. Di çalakiya bin pêşengiya komuna jinan de, cihgirtina zarokan di navendê de bal kişand.
HAMBURG
Li Parka Sternschanze ya Hamburgê gelek Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê, parlamentera berê ya HDP’ê Fatma Kurtulan axivî. Kurtulan diyar kir ku rojbûna Rêber Apo ne rojbûneke asayî ye, ji bo gelê Kurd serdemeke dîrokî ye.
Kurtulan bi bîr xist ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de gelek pêşeng bi encamên trajîk re rû bi rû mane, lê Rêber Apo ji van ezmûnan ders derxistiye û saziyeke lîdertiyê ya bihêz ava kiriye. Kurtulan destnîşan kir ku xeta siyaseta demokratîk di nav civaka Kurd de rûniştiye û bang li Kurdistanîyên li diyasporayê kir ku li dora vê paradîgmayê bibin yek.
Di dema çalakiyê de dirûşmeyên “Rojbûna te pîroz be ey Serokê me” hatin berzkirin û pîrozbahî bi tilîlî û govendan bi dawî bû.
ESSEN
Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Essenê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Essen'ê bi boneya 4’ê Nîsanê 77’emîn rojbûna Rêber Apo pîrozbahî hat li darxistin.
Di pîrozbahiyê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Essenê Gulhan Ozkan slav da beşdarvanan û bi xêrhatina wan kir. Piştî axaftina Ozkan li ser navê KOMAV'ê Nazîre Gultekîn axivî. Gultekîn balkişand ser wateya 4 Nîsanê û wiha got: " Rojbûna gelê Kurd, Rojbûna mirovahiyê li şehîdên têkoşîna azadiyê, li hemû şervanên azadiyê, li zarokên Kurd, li dayîk û bavên şehîdên me û li Kurdistaniyan pîroz be. Rojbûna Rêber Apo rojbûna Netewa gelê Kurde û em anîne vê astê. Rojbûna Rêber Apo îro netewek avakirî." Piştî axaftina Gultekîn li ser navê YJK-E Hevala Çîçek axivî. Çîçek balkişand ser wateya 4’ê Nîsanê û wiha got: "Bi saya berxwedana rêber Apo gelê Kurd bi Cîhanê hat nasîn û bû xwediyê destkeftiyan. Rojbûna mirovahiyê di serî de li jina Kurd, li şervanên tevgera azadiya, li berxwedêrin li zindanan, li gelê Kurd û li têkoşerên cihanê pîroz be. Rojbûna Rêber Apo rojbûna jina azad e. Jina têkoşer û berxwedêr e. Her wiha hevala Çîçek balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axîvî: “Divê Rêber Apo azad bibe, din ava gele xwe de be, dengê wî bigihîje herkesi. Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe b”domînin."
Piştî axaftina Çîçek, Hozan Welat stran got. Piştî stranan dayîkan bi tîlîliyan pasteya rojbûna Rêber Apo anîn û zarokan pifî findên pasteyê kirin û paste kerî kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hate berzkirin.
Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.