BI DÎMEN

Li ber ofîsa NY’ê ya Cenevreyê çalakî: "Eva û Ahmet li ku ne?"

Li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakî hat lidarxistin û daxwaza zelalkirina çarenûsa rojnamevan Eva Maria Michelmann û Ahmed Polat hat kirin.

ROJNAMEVANÊN HATINE WINDAKIRIN

Ji bo du rojnamevanên ku ji 8’ê Çileyê ve agahî ji wan nayê wergirtin, ji hêla Înîsiyatîfa "Ahmet û Eva li ku ne?" ve çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku demildest bikevin nava liv û tevgerê.

Li ser navê înîsiyatîfê daxuyaniya bi Fransî hat xwendin û hat diyarkirin ku piştî êrîşên meha Çileyê û vir ve aqêbeta bi sedan sivîl, rojnamevan û şervanên Hêzên Sûriya Dmeokratik (QSD) nayê zanîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê qanûna navneteweyî binpê dikin û hat gotin ku di nav windayan de rojnamevana Elman Eva Maria Michelmann û rojnamevanê Kurd Ahmed Polat hene.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî peymana pevguhetina girtiyan a di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya ku di 29’ê Çileyê de hatiye îmzekirin jî, ev pêvajo ji aliyê rejîma Şamê ve hatiye astengkirin. Hat diyarkirin ku tevî çend hefte di ser de derbasbûne jî li ser rewşa wan tu agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin û wiha hat gotin, "Divê demildest pevguhertineke berfireh a girtiyan were pêkanîn."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hin girtî di 2’yê Adarê de hatine berdan, lê di hefteyên dawî de weşandina dîmenên qetilkirina kesên ku ji Rojava hatine girtin  fikaran zêde kiriye. Hat diyarkirin ku çalakiya li Qamişloyê ya malbat û xizmên wan didomînin û daxwaza cihê girtiyan dikin.

Înîsiyatîfê banga organîzekirina çalakiyên girseyî li seranserê Ewropayê kir û bal kişand ser têkiliyên siyasî, dîplomatîk û darayî yên dewletên Ewropayê bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re didomînin. Di dawiyê de daxuyanî wiha hat gotin: "Heta ku ev piştgirî berdewam bike, binpêkirin jî berdewam dikin. Divê raya giştî ya Ewropayê zextên xwe zêde bike."

Înîsiyatîfê û rêxistinên piştgir banga çalakiyên berfireh li ber Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê û nûnertiyên Sûriyeyê kir û daxwaza zelalkirina aqûbeta windayan û berdana hemû girtiyan dubare kirin.