Li Bellinzonayê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
Li bajarê Swîsreyê Bellinzonayê bi wesîleya 77'emîn rojbûna Rêber Apo pîrozbahî hate lidarxistin.
Li bajarê Swîsreyê Bellinzonayê bi wesîleya 77'emîn rojbûna Rêber Apo pîrozbahî hate lidarxistin.
Li bajarê Swîsreyê Bellinzonayê ji aliye Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve li Parka Giochi pîrozbahî hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” hatin berzkirin.
Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqyek rêzgirtinê despê kir.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Suat Tunç di çalakiyê de axivî û diyar kir ku 4'ê Nîsan ji bo gelê Kurd xwedî wateyetek dîrokî ye û wiha got, "Roja ku ji Amarayê bilind dibe, her derê Kurdistanê ronî dike."
Tunç got, "4'ê Nîsanê ji bo me ji rojbûneke zêdetir, roja têkoşînê û ji nû ve zayîna gelê Kurd e."
Piştre di atolyeyên lîstinê de bername hatin kirin û pîrozbahî bi dawî bû.