Spanyayê qada xwe ya hewayî li balafirên DYE'yê yên tevlî şerê Îranê bûne girt
Hikumeta Spanyayê ragihand ku ew li dijî êrişên DYE-Îsraîlê yên li ser Îranê ne û qada xwe ya hewayî li balafirên Emerîkî yên ku tevlî vî şerî bûne girtiye.
Hikumeta Spanyayê ragihand ku ew li dijî êrişên DYE-Îsraîlê yên li ser Îranê ne û qada xwe ya hewayî li balafirên Emerîkî yên ku tevlî vî şerî bûne girtiye.
Spanyayê ragihand ku qada xwe ya hewayî li balafirên Emerîkî girtiye yên ku tevlî êrişên DYE û Îsraîlê yên ser Îranê bûne.
Biryar weke gaveke nû ya hikumeta Madrîdê ya dijberiya siyasî ya li hemberî êrişên navborî tê dîtin.
Daxuyanî roja Duşemê ji aliyê Wezîra parastinê ya Spanyayê Margarita Robles ve hate dayin.
Robles anî ziman ku destûr nehatiye dayin ku baregehên Emerîkî yên li Spanyayê ji bo vî şerî bêne bikaranîn.