Li pêşiya Konsolosxaneya Elmanya ya li Parîsê çalakiya "Eva û Ahmed" li ku ne

Li paytexta Fransa Parîsê, "Însiyatîfa Eva û Ahmed Li Ku Ne" ji bo rojnemevan Ehmed Polat û Eva Maria Michelmann ku ev demeke dirêj e agahî ji wan nayê girtin, li pêşiya Konsolosxaneya Elmanyayê çalakî li dar xist.

ÎNSIYATÎFA EVA Û AHMED LI KU NE

Endamên însiyatîfê ku li Parîsê li hev civiyan, bi çalakiya xwe ya li pêşiya Konsolosxaneya Elmanyayê aqîbeta rojnemevanên winda pirs kirin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û bi armanca agahdarkirina raya giştî danezan hatin belavkirin. 

Demeke dirêje agahî ji Rojnemevan Ahmed Polad û Eva Maria Michelmann ku di dema dorpêça li Rojava de li Reqayê bûn, nayê girtin. "Însiyatîfa Eva û Ehmed Li Ku Ne" ku ji bo balê bikşînin ser vê rewşê li Parîsê hatin avakirin, bi çalakiyên xwe yên her heftê rewşa rojnemevanan li rojevê digre.

Di daxuyaniya li ser navê însiyatifê de wiha hate gotin, "Di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de Polad û Michelmann ji aliyê çeteyên HTŞ'ê ve hatin revandin. Her du jî wekî rojnamevan bi kamerayên xwe şahidî ji têkoşîna azadiyê ya gelên Rojava kirin. Ji ber nasnameyên xwe yên muxalîf ji aliyê çeteyan ve hatin girtin. Em aqûbeta wan pirs dikin. Heta ku Eva û Ehmed bên dîtin, wê têkoşîna me dewam bike."

Çalakî piştî axaftin û belavkirina danezanan bi dawî bû.