BI DÎMEN

Li Berlînê bertek li dijî mazûvaniya Elmanyayê ya ji bo Colanî

Mazûvaniya Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Colanî ku bi vexwendina Serokwezîrê Elmanyayê Merz li Berlînê hat pêşwazîkirin bû sedema protestoyan. Hêzên demokratîk bi gotina "fîgurekî dijminê mirovahiyê nayê rewakirin" li ber Serokwezîrtiyê çalakî li dar xist

Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el-Şara ku bi eslê xwe ji Heyet Tahrîr eş-Şam (HTŞ) ye, li ser vexwendina Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz hat Berlînê û hevdîtineke fermî pêk anî. Di dema hevdîtinê de, hêzên Kurd û demokratîk ên ku li ber avahiya Serokwezîrtiyê civiyan, pêşwaziya Colanî ya ji aliyê Elmanyayê ve bi protokola dewletê, bi zimanekî tund rexne kirin.

Têkildarî protestoyê di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanê (KCDK-E) ve hatî dayîn de hat gotin: "Pêşwazîkirina Rojava ya ji bo Colanî bi protokola dewletê, ne tenê bijareyeke dîplomatîk e, di heman demê de pirsgirêkekî cidî yê rewakirinê ye." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev nêzîkatî tundiya li ser bawerî û pêkhateyên cuda yên etnîkî paşguh dike û peyameke xeternak dide raya giştî ya navneteweyî.

Di çalakiyê de parlamentera Meclîsa Federal a Elmanyayê Maren Kaminski (Die Linke), li ser navê Komeleya Civaka Kurd a Berlîn-Brandenburgê Bavê Kawa û axaftvanên ji Federasyona Elewiyên Ereban beşdar bûn.

Protesto bi peyamên ku dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin, bi dawî bû.