BI DÎMEN

Li Cenevreyê nobeta 'Ji Rêber Apo re Azadî' di hefteya 270'an de ye

Di hefteya 270'an a çalakiya rûniştinê de ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ji 25'ê Çileya 2021'an ve her Çarşem berdewam dike, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratik a pirsgirêka Kurd hate dubarekirin.

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, nobeta "Ji Rêber Apo re Azadî" ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 25'ê Çileya 2021'an ve her Çarşem dewam dike, gihişt hefteya 270'an.

Kurdistanî û dostên wan vê heftê jî bang li saziyên navneteweyî kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyariyên xwe bi cih bînin. 

Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Amarayê û şehîdên têkoşîna şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. 

Berdevkê Komîteya Cenevreyê ya pêngava "Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" Veysel Kuşkanadi, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîroz kir û bilêv kir ku jidayikbûna wî ne tenê ya kesekî, wekî jidayikbûna gelen bindest tê dîtin. 

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Osman Tekîn ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî pêvajoya ku di dema dawî de hate meşandin jî ji aliyê dewletê ve tu gavekî şênber nehatiye avêtin. 

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pirsgirêka Kurd ne tenê bi gotinên, "xwişk-biratî", li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, ewlehiya destûra bingehîn û naskirina mafên bingehîn were destgirtin. 

Her wiha hate diyarkirin ku heta ku gavên şêber ên wekî bi destûra bingehîn mîsogerkirina mafên ziman, çand û nasnameyê, bi taybet pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriyeke mayînde û adil ne pêkan e.