Li Hannoverê êrîşên li ser Başûr û Rojhilat hatin protestokirin

Kurdistaniyan li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li dijî êrîşên li ser Başûr û Rojhilat mitîngekî li dar xistin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê li dijî êrîşên li ser Başûr û Rojhilatê Kurdistanê mitîng hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya PYD û Kurdische Gemeinde pêk hat.

Beşdaran li qada mitîngê dirûşmeya, "Yek e gelê Kurd yek e" berzkirin. Di çalakiyê de zext û êrîşên li çar parçeyan li ser gelê Kurd hate şermezarkirin; hate destnîşankirin ku gelê Kurd wê li dijî qirkirin, komkujî û zextan berxwedana xwe didomînin û ew ê tu carî dev jê bernedin. 

Di nava beşdaran de nûnerên YNK'ê, Ferhat Yekitî, Kezî Komeleya Keçan, Kezî Vor Eine Medjin, Partiyê Peşverû, ç.PYD'ê û ji Meclîsa Hannoverê Bawe Ronî cih girtin.