BI DÎMEN

Li Stuttgartê di civîna gel de Rojava û pêvajoya muzakereyê hatin nîqaşkirin

Di panela ku PYD û FED-GEL’ê organîze kir de geşedanên dawî yên li Rojava, êrîş û pêvajoya muzakereyê girtin dest.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, panela civîna gel a ku PYD û FED-GEL’ê organîze kir, hat lidarxistin. Panel di şexsê hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim de ji bo tevahî şehîdên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif ku di panelê de axivî, geşedanên dawî yên li Rojava nirxandin. Yûsif bi silavkirin û bibîranîna bi minet a hemû şehîdên azadiyê dest bi axaftina xwe kir.

ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA Û BERXWEDANA GEL

Perwîn Yûsif diyar kir ku êrîşên berfireh û piralî yên li ser Şoreşa Rojava berdewam dikin û destnîşan kir ku gelê Kurd û her kesê ku bi çanda Kurdî ve girêdayî ye, li dijî van êrîşan seknekê nîşan dide. Wê tekez kir ku li Başûr, Bakur û Ewropayê Kurd xwedî li şoreşê derdikevin.

Yûsif anî ziman ku li Rojava 13 sal in gel xwe bi xwe bi rêve dibe, bi pêşengiya YPG û YPJ’ê li dijî DAÎŞ’ê berxwedanek mezin hat meşandin û berdêlên giran hatin dayîn. Wê diyar kir ku civak bi rêya komîn, meclîsên gel û saziyan bi vîna xwe birêxistin bûye.

EM HIŞMENDİYA YEKPEREST Û OTORÎTER NAPEJIRÎNIN

Yûsif diyar kir ku hikûmeta demkî ya ku li Sûriyeyê li ser desthilatdariyê ye, xwedî hişmendiyek selefî-Îslamî û yekperest e; vê nêzîkatiyê di mijara mafên mirovan û azadiya jinê de tu hesasiyetek nîn e.

Ji ber vê yekê Yûsif destnîşan kir ku muzakereyên bi hikûmetê re dijwar û çetin derbas dibin û got: “Vaca ku tê ferzkirin yan şer e, yan jî qebûlkirina hemû şertan e. Em vê yekê qet qebûl nakin.”

Perwîn Yûsif wekî armanca bingehîn Sûriyeyeke demokratîk a ku hemû gel tê de bi hev re bijîn nîşan da. Di heman demê de diyar kir ku parastina destkeftiyên ku bi têkoşîna 13 salan hatine bidestxistin esas e.

Yûsif anî ziman ku ew ê ji destkeftiyên di warên leşkerî, çandî, jin û perwerdeyê de hatine bidestxistin paşve gav neavêjin û got ku ew ferzkirina entegrasyona takekesî ya di nav HSD’ê de red dikin.

Yûsif ragihand ku di encama muzakereyan de li ser avakirina sê tabûran lihevhatin pêk hatiye û diyar kir ku yek ji pirsgirêkên herî girîng statûya YPJ’ê ye. Wê destnîşan kir ku divê YPJ di nav strukturê leşkerî de were naskirin û got ku ew qebûl nakin ev avahiya ku sembola azadiya jinê ye tenê wekî hêza ewlehiya hundurîn were pênasekirin.

EM ŞIRÎKÊN VAN AXAN IN

Yûsif diyar kir ku berdêlên giran ên gelê Kurd dane, gel kiriye xwediyê resen û şirîkê van axan; çi hikûmet demokratîk be çi nebe, ev rastî naguhere.

Yûsif bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û diyar kir ku rêveberiya Şamê hewl dide vê yekîtiyê lawaz bike, lê tevî vê yekê jî yekîtî bi tevahî ji holê ranebûye.

Yûsif da zanîn ku çareserî di muzakere û yekîtiyê de ye; parastina yekîtiya leşkerî, pêşxistina xebatên çandî û pêkanîna yekîtiya Kurdan wekî pêşengiyên bingehîn rêz kirin.

Panel piştî beşa pirs û bersivan, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.