Jinan li Zurîhê behsa aştiyê kir: Em hem mîmar hem jî garantiya wê ne

Jinan di konferansa jinan a navneteweyî ya li Zurîhê de hatin cem hev û ev peyam dan: Jinên ku herî zêde dibin qurbaniyên şer, divê di heman demê de bibin avakar û parêzvanên herî bi hêz ên aştiyê.

Ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve, li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê, di Rote Fabrikê de bi dirûşma “Aştî Bê Me Nabe” konferansekî navneteweyî ya jinan hat lidarxistin.

Di konferansê de mijarên wekî rola jinan di pêvajoyên aştiyê de, ezmûnên muzakereyê, temsîliyeta wekhev, azadiya rêxistinbûnê û bingeha civakî ya aştiya domdar hatin nirxandin. Nêzî 180 delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê û welatên cuda beşdarî konferansê bûn.

Konferans, danê sibê bi panelekê dest pê kir ku endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldan, senatora berê ya Kolombiyayê û muzakerevana aştiyê Victoria Sandino û girtiya siyasî ya berê ya ji Welatê Baskê Kizkitza Gil de San Vicente tê de amade bûn.

PERWÎN YÛSIF: ŞOREŞA ROJAVA ALTERNATÎF E

Piştre di konferansê de Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif axaftinek kir. Yûsif di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya derketina Şoreşa Rojava û dîroka wê; her wiha geşedanên siyasî, leşkerî û civakî yên rojane yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çarçoveyek berfireh nirxandin.

Yûsif destnîşan kir ku pergala li Rojava hatî avakirin, modelek demokratîk, ekolocîk û azadîxwaza jinê ye ku jiyana hevbeş a gelan esas digire. Wê got ku jin di navenda vê modelê de ne û ne tenê di jiyana civakî de, lê di rêveberiyên herêmî de heya dîplomasiyê, ji xweparastinê heya aboriyê, di her astê de roleke çalak dileyizin. Yûsif anî ziman ku pêşengiya jinê, hem hêza avaker û hem jî ya parastinê ya şoreşê ye.

PERSPEKTÎF Û STRATEJÎ DIVÊ ÇI BIN?

Di beşa danê nîvro ya konferansê de bi sernavên cuda atolyeyên xebatê hatin lidarxistin: “Tevgerên jinan piştî pêvajoyên aştiyê: perspektîf û stratejî”: Hat nîqaşkirin ka piştî peymanên aştiyê tevgerên jinan dê çawa xwe ji nû ve bi cih bikin, dê destkeftiyên xwe çawa biparêzin û di civaka nû de dê xwedî çi berpirsyariyê bin. Di atolyeyê de girîngiya nêrînên Rêber Apo ya li ser azadiya jinê hat destnîşankirin.

Piştî konferansê, bi minasebeta rojbûna Rêber Apo, şitilên daran wekî diyarî pêşkêşî beşdaran hatin kirin.