BI DÎMEN

Rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina PJAK'ê hate pîrozkirin

Li bajarê Leeds ê Îngilistanê, rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina PJAK'ê hate pîrozkirin.

Li bajarê Leeds ê Îngilistanê, salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û rojbûna Rêber Apo bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Çalakiyê bi sirûda 'Ey Reqîp' bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Posterên Rêber Apo û alên PJAK û KJAR'ê li salona pîrozbahiyê hate daliqandin. Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

Endamê PJAK'ê yê Brîtanyayê Kanî Rojhilat li pîrozbahiyê axivî û anî ziman ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk ji bo gelê Kurd di asta jiyanî de girîng e. Kanî Rojhilat daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Endamê Konseya PJAK'ê Siyamend Mûînî jî ragihand ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û anî ziman ku li Rojhilatê Kurdistanê divê dînamîkên berxwedanê bêne mezinkirin. Siyamend Mûînî destnîşan kir ku pêkanîna yekîtiya neteweyî ya demokratîk wê têkoşînê bigihîne qonaxeke hîn xurt.

Di pîrozbahiyê de hunermend Zana û Nejmedîn Xulamî hunera xwe pêşkêş kirin û beşdaran jî demeke dirêj govend gerandin.