Li navendên Ewropayê rojbûna Rêber Apo bi coş hat pîrozkirin

Li Elmanya, Fransa, Îtalya û Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya çalakiyên 4’ê Nîsanê de hatin bal hev û rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.

Di çalakiyên ku li gelek bajarên Ewropayê hatin lidarxistin de, bi boneyeya rojbûna 77’emîn a Rêber Apo, girîngiya têkoşîna azadiyê, yekîtî û piştgiriyê derket pêş.

Di axaftinên ku di çalakiyan de hatin kirin de hat destnîşankirin ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûnek e, di heman demê de jidayikbûna raman, têkoşîn û xeta azadiyê ye.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrücken ê Elmanyayê, ji ber 4’ê Nîsanê bi boneyeya rojbûna 77’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin.

Bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî û KOMAW’ê axaftin hatin kirin û bal hat kişandin ser wate û girîngiya rojê; hat diyarkirin ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd werçerxeke dîrokî ye.

Piştre Zero Dersim û Hecî Ekrem axivîn û nirxandinên xwe parve kirin.

BREST

Li bajarê Brest ê Fransayê, bi pêşengiya Union Communiste Libertaire (UCL) û Kurdistaniyan çalakiya FEST-NOZ & NEWROZ hat lidarxistin.

Di çalakiyê de ku dostên Fransî û beşdarên ji her çar parçeyên Kurdistanê amade bûn, hat destnîşankirin ku ev hevdîtin ne tenê çandî ye, di heman demê de xwedî wateyeke siyasî û civakî ye.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê, ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Di çalakiya ku li komeleya Kurd a Araratê hat kirin de, ligel Kurdistaniyên li Romayê dijîn dostên wan ên Îtalî jî beşdar bûn.

Piştî axaftinên li ser wate û girîngiya rojê, li Baxçeyê Azadî şitilek hat çandin. Piştre govend hatin girtin. Çalakî bi stran û govendên ku beşdaran bi hev re gotin bi dawî bû.

BERN

Li paytexta Swîsre Bernê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Berjîn Zenda û ciwanên Kurd çalakiya 4’ê Nîsanê hat lidarxistin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre li ser navê meclîsa jinan Rojhat Dilmeç axivî û diyar kir ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûnek e, jidayikbûna raman û felsefeya azadiyê ya nû ye.

SION

Li bajarê Sionê, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinan a Leyla Qasim û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parka Cours Roger Bonvin pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Beriya çalakiyê siyasetmedar Ruşen Tutku bi Kurdî axaftinek kir û destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd bi têkoşîna siyasî û civakî re bûye yek.

Pîrozbahî bi govend û dirûşman bi dawî bû.