Serokkomarê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed Şara di çarçoveya serdana Îngilistanê de bi Serokwezîr Keir Starmer re hevdîtin kir. Nerazîbûna li hemberî serdana Şara dewam dikin. Li Bakurê Londonê ku Kurdistanî, Elewî û Durzî lê gelek in, Şaredarê Enfieldê Ergîn Erbîl ê ji Partiya Karker jî di nav de parlamenter Kate Osamor, Feryal Clark û Bambos Charalambous nameyek ji Serokwezîr Keir Starmer re şandin.
Şaredar Erbîl û parlamenteran fikarên xwe yên ji ber serdana Colanî ya li Qraliyeta Yekbûyî anî ziman û daxwazên xwe bi nameyekê parve kirin.
Di nameyê de hate bibîrxistin ku herêma Enfieldê ji Elewî, Kurd û Elewiyên Ereb (Nûsayrî) re malovaniyê dike û hate gotin, "Ev civakên me, bi taybetî ji ber komkujiyên ku di sala 2025'an de li Sûriyeyê li hemberî sivîlên Elewî yên Ereb hate kirin, ji bûyerên dawî bi fikar û xemgîn in. Van bûyeran fikarên li ser ewlehiya komên hindikahî yên li herêmê û paşeroja wan zêde kir. Lewma ji ber îdîayên cidî ku nîşan didin, pêwendiya Ahmed al Saharaa bi bûyerên par ên li hemberî civaka Elewî ya Ereb heye, têkilîdanîna bi wî re em xiste nava fikaran."
Di nameyê de hin pirs ji Keir Starmer hate kirin ku bersiva wan bi rengekî eşkere û yekser ji Ahmed Şara bixwaze.
Etnîk û ola xwe çi dibe bila bibe, ji bo parastina civakên li Sûriyeyê û nêzîkatiya wekhev dikare kîjan garantiyan bide?
Têkildarî bûyerên metirsîdar ên dema dawî wê piştgiriyê bide lêpirsîneke navneteweyî û di vê mijarê de bangê bike yan na?
Ji bo yên ku ji binpêkirina mafên mirovan berpirsyar e hesab bidin, wê çi gavên şênber bêne avêtin?
Eger kêmasî bê tespîtkirin wê piştgiriyê bide dayina tazmînatê ji mexdûran û malbatên wan re?
Di nameyê de her wiha ji hikumetê hate xwestin ku bi bikaranîna bandora xwe ji bo kêmkirina rageşiyê, pêkanîna edaletê û parastina sivîlên li Sûriyeyê bikeve nava hewldanan.
Di nameyê de ji Keir Starmer hate xwestin ku hesasiyeta xurt a Kurd, Elewî û Durziyan bide ber çavan û bi lez û baldarî bersivê bide.