Li Bremenê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
Kurdistaniyên ku li Navenda Civaka Kurd a li bajarê Bremen ê Elmanyayê li hev civiyan, rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
Kurdistaniyên ku li Navenda Civaka Kurd a li bajarê Bremen ê Elmanyayê li hev civiyan, rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîrozbahî hate lidarxistin.
Di pîrozbahiyê de siyasetmedara Kurd Reha Dersim bi wesîleya 77'emîn rojbûna Rêber Apo, bal kişand ser rêwîtiya berxwedanê ya 55 salan ya Rêber Apo û diyar kir ku çawa pêşî li parçebûna çandî û nasnameyî ya di civakê de hatiye girtin.
Reha Dersim diyar kir ku Rêber Apo di şert û mercên zehmet de jî timî di berxwedanê de ye û ev ruhê berxwedanê tevî hemû êrîş û qirkirinan di 27'ê Sibata 2025'an de bi eşkerehî hatiye dîtin.
Piştî axaftinan, beşdaran dirûşmeya, "Rojbûna Serokê Me Pîroz Be" berzkirin.