EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Fransayê doza têkildarî qirkirina li hemberî Êzidiyan destpê kir
Li paytexta Fransa Parîsê doza ewilî ya têkildarî qirkirina DAÎŞ’ê ya li hemberî Êzidiyan destpê kir. -
Mûsa Barak û Şukru Karatoprak li Bensheimê hatin bibîranîn
Li bajarê Bensheim ê Elmanyayê bi boneya salvegera şehadeta Mûsa Barak (Enter Cîvan) û Şukru Karatoprak (Rizgar) merasîmeke bîranînê ya girseyî hate lidarxistin. -
Li Brîtanyayê pîrozbahiyên Newrozê: Newroza yekîtî û azadiyê
Li Brîtanyayê Newroz wê îsal di navbera 21-30'ê Adarê de bi dirûşma "Newroza yekîtî û azadiyê" bê pîrozkirin. -
YJK-E û KON-MED: Em agirê Newrozê bi hev re mezin bikin
YJK-E û KON-MED’ê têkildarî şahiya Newrozê ya li Frankfûrtê daxuyanî da û got, “Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku em bi hev re agirê azadiyê yê Newrozê mezin bikin.” -
Hilbijartinên xwecihî yên Fransayê nêrînên siyasî guherand
Dengên ku partiyên rastgirên tund û çepgir ên radîkal di tûra yekem a hilbijartinên herêmî yên ku roja Yekşemê li Fransayê hatin lidar xistin de wergirtin, guhertinek di hevsengiya siyasî ya li welêt de nîşan didin. -
Salih Muslim li Ewropayê tê bibîranîn: Bû dengê 60 mîlyon Kurdan
Ji bo endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim li gelek navendên Ewropayê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin û di merasîman de rojnamevan Osman Kiliç jî hat bibîranîn. -
Li Brîtanyayê agirê yekem ê Newrozê li Brightonê hate dadan
Li Brîtanyayê agirê yekem ê Newroza îsal bi diruşma "Newroza Yekîtî û Azadiyê" li bajarê Brightonê hat dadan. Di pîrozbahiyê de Şehîd Anna Campbell hate bibîranîn û peyama "Şehîd Anna Campbell ruhê yekîtiyê nîşanî me dide" hat dayîn. -
KOMAW: Komkujiya Helebceyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) di salvegera Komkujiya Helebceyê ya 16’ê Adara 1988’an de pêk hat, daxuyaniyek da û kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. -
Huseyîn Engizek, di salvegera 1’emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn
Huseyîn Engizek (Cafer) ê ku di 14’ê Adara 2024’an de li Rojava şehîd ketibû, li bajarê Koln ê Almanyayê bi çalakiyekê hat bibîranîn. -
Li Hannoverê şehîdên Rojava hatin bîranîn
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê şehîdên Rojava hatin bîranîn û peyamên xurtkirina têkoşîna azadiyê û girêdana bi şehîdan re hatin dayîn. -
Emîn Bayman ê ku cezayê wî hat erêkirin wê têkeve girtîgehê
Roja ku PKK’ê biryara fesixkirina xwe ragihand, 1 salek û 10 meh cezayê Emîn Bayram hat erêkirin. Hat ragihandin ku Emîn Bayram wê 16’ê Adarê biçe Girtîgeha Singenê. Bayman biryar wekî “derqanûnî û siyasî" bi nav kir. -
Li Hamburgê pîrozbahîya Newrozê ya bi beşdariyeke mezin hate li dar xistin
Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê, bi beşdariya bi hezaran kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê pîrozbahîya Newrozê hat lidarxistin. -
Li Freiburgê Muslim, Kiliç û Huseynî hatin bibîranîn
Kurdistaniyên li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo şehîdan merasîma bîranînê li dar xistin. -
Li Stockholmê ji bo Salih Muslim bernameya bîranînê hat lidarxistin
Li paytexta Swêdê Stockholmê bi tevlîbûna sedan kes ji bo Salih Muslim bernameyek bîranînê hat lidarxistin. -
Nûnerên partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî li Laheyê li hev civiyan
Civîna partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê li bajarê Lahey ê Hollandayê ji bo nîqaşkirina pêşketinên li Kurdistanê hate lidarxistin. -
Li Munchenê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan, li paytexta Elmanyayê Munchenê bi rengekî girseyî tevlî şahiya Newrozê bûn. Di çalakiyê de agirê Newrozê hat pêxistin û peyamên yekîtî û piştgiriyê hatin danîn. -
Li Lefkoşayê Theofilos Georgiades hate bîranîn
Theofilos Georgiades ê ku 20’ê Adara 1994’an ji aliyê servîsên veşartî yên Tirk ve di şeva Newrozê de hate qetilkirin, li Lefkoşayê bi merasîmê hate bîranîn. -
Li Fransayê hilbijartinên xwecihî: Beriya hilbijartinên serokatiyê testa ewilî
Li Fransayê bang li nêzî 48 milyon hilbijêran hate kirin ku ji bo diyarkirina nêzî 35 hezar şaredaran îro biçin ser sindoqan. Di hilbijartinê de nêzî 900 hezar namzet hene. -
Salih Muslim li Toronto, Stockholm û Bonnê hate bîranîn
Li bajarê Toronto yê Kanadayê serdanên sersaxiyê bi girseyî pêk hat. Di bîranînê de qala têkoşîna Salih Muslim hate kirin. -
Li Ewropayê Newroza destpêkê li Danîmarkayê hate pîrozkirin
Li Kopenhagenê bi beşdariya zêdeyî hezar kesî Newroz hate pîrozkirin. Di çalakiyê de Salih Muslim hate bîranîn. -
Şehîdên Helebceyê li Luzernê hatin bîranîn
Li NCDK a Luzernê bi çalakiyekê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê hatin bîranîn. -
Li Atînayê meşa ji bo Avahiyên Penaberan ên Aleksandrasê
Li Atînayê bi hezaran kes li hemberî planên veguherîna bajêr meşiyan ku bi planê tê xwestin, taxa Prosfygika (Avahiyên Penaberan) a li Aleksandrasê bê valakirin. Çalakvanan xwestin ku plana veguhestinê bê betalkirin û jiyana civaka li taxê bê parastin. -
Salih Muslim li Lîmasolê hate bibîranîn: Bi felsefeya 'pariyek nan û xirxayekî' jiya
Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, ji bo endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim (Bavê Welat) bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Di axaftinên ku hatin kirin de bal hat kişandin ser rola Muslim a di têkoşîna azadiya Kurd de. -
Li Hannoverê agirê Newrozê hat pêxistin
Bi sedan kes ji bo pîrozkirina Newrozê li Meydana Steintor a Hannoverê kom bûn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Newroz sembola berxwedan, yekîtî û azadiyê ye. -
Li Marsîlyayê Hefteya Qehremaniyê hat bibîranîn
Li Marsîlyayê di çarçoveya Hefteya Qehremaniyê de bernameyek bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de şehîdên Helebçe û Qamîşloyê, nirxên gelê Kurd Salih Muslim, Ehmed Huseynî û Osman Kiliç bi rêzdarî hatin bibîranîn.