Ewropayê peyama zêdekirina angajmana li Rojhilata Navîn da

Serokên Ewropayî yên li Qibrisê hatin ba hev, bang kirin ku ji bo kêmkirina rageşiya li Rojhilata Navîn zêdetir çalak bibin. Hate diyarkirin ku divê koordînasyona li gel welatên herêmê were zêdekirin û bi lez aramî were dabînkirin.

Di serî de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron serokên Ewropî diyar kirin ku ji bo kêmkirina rageşiya li Rojhilata Navîn  divê Ewopa zêdetir berpirsiyariyan bigire ser milên xwe. Serokan di çarçoveya civîna li Lefkoşayê hate lidarxistin de beriya xwarineke xebatê ya bi armanca xurtkirina koordînasyona li gel welatên li herêmê hate dayîn, daxuyanî dan.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku divê Ewropa rola xwe ya li herêmê zêdetir bike û got ku hevdîtinên ku wê bi Sûriye, Urdin û welatin din re were kirin ji aliyê ‘’koordînasyonê’’ ve derfeteke girîng e. Macron bal kişand ser girîngiya hevkariya li gel welatên ku bi awayekî rasterast ji neraramiya li herêmê bandor dibin û got: ‘’Berjewendiya me hemûyan e ku di zûtirîn dem de aramî ji nû ve were dabînkirin.’’

Her wiha Macron bal kişand ser daxuyaniyên Serokê DYE’yê Donald Trump ên têkildarî hevdîtinên li gel Îranê û bi bîr xist ku li herêmê pêvajoya agirbesteke hesas berdewam dike. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bal kişand ser girîngiya parastina agirbesta li Lubnanê jî û got ku Fransa xwe amade ye ku di demeke guncav de konferanseke bi armanca piştevaniya ji bo artêşa Lubnanê li dar bixe.

Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides jî diyar kir ku divê Ewropa li Rojhilata Navîn ‘’gelekî ya zêdetir bike.’’

Nikos Christodoulides bal kişand ser girîngiya wateya sembolîk a hevdîtinê û bi bîr xist ku di destpêka şer û pevçûnan de baregehên NATO’yê ji aliyê balafirên bêmirov ên Îranê ve hatin hedefgirtin.

Nikos Christodoulides destnîşan kir ku divê Ewropa hevkariya xwe ya li gel welatên li herêmê xurt bike û got ku bi taybetî jî divê li gel Lubnanê lihevkirineke stratejîk a berfireh were kirin.

Nikos Christodoulides bal kişand ser mijara diyaloga bi Sûriyeyê re jî, anî ziman ku tevî pêkanînên heyî jî divê nêzîkatiyeke gav bi gav were pêşxistin û ev yek anîn ziman: ‘’Divê em çareseriyekê peyda bikin û alîkariya wan bikin.’’

Tê payîn ku Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun, Serokkomarê Misirê Abdul Fettah el-Sîsî, Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed El-Şara û Prensê Urdinê Huseyîn bîn Abdullah beşdarî bernameyê bibin.

Beriya hevdîtinê rayedarekî YE’yê diyar kir ku ger şert û merc werin dabînkirin Ewropa amade ye ku têkariyê li vekirîmana Tengava Hurmuzê bike.

Hate destnîşankirin ku berdewamkirina agirbesta di navbera DYE û Îranê de gelekî girîng e û hate îfadekirin şer û pevçûn bandoreke mezin li aboriya Ewropayê dikin. Li gorî vê yekê buhayê peydakirina gaz û petrolê bes di nava heft hefteyan de 24 milyar euro zêde bûye.