Li Frankfurtê bîranîna qirkirina Ermeniyan: Ji KNK’ê peyama hevgirtinê

Nûnerê KNK’ê Suleyman Sever di bîranîna Qirkirina Ermeniyan a ku ji hêla Konseya Navendî ya Ermeniyan a Elmanyayê ve li Frankfurtê hat lidarxistin de axivî û hevgirtina gelê Kurd anî ziman.

Konseya Navendî ya Ermeniyan a Elmanyayê bi wesîleya 111’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan li Frankfurtê merasîma bîranînê li dar xist. Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Suleyman Sever beşdarî bîranînê bû.

Sever bi Serpiskoposê Dêra Ermeniyan a Elmanyayê Serovpé Isakhanyan û Serokê Christian Solidarity International John Eibner re hatin gel hev û peyama hevgirtina gelê Kurd parve kir.

Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku heta ku Tirkiye qirkirinê qebûl bike divê têkoşîn berdewam bike û ji Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz piştgirî hat xwestin.

Di axaftinan de hat îdiakirin ku li Karabagê qirkirina duyemîn pêk hat, bi sed hezaran Ermenî ji herêmê hatine derxistin û mîrata wan a çandî û dîrokî hatiye wêrankirin.

John Eibner qirkirina Ermeniyan wekî "qirkirina yekem û mezin a sedsala 20’an” bi nav kir û bi bîr xist ku Enqere û Bakû li Karabagê bi hev re tevgeriyane û bêbandoriya saziyên navneteweyî ya di vê pêvajoyê de rexne kir.

Bîranîn bi duayên ku ji hêla Serokpiskopos Isakhanyan ve hatine xwendin bi dawî bû.