BI DÎMEN

Li Orebroyê rola Kurdan a di paşeroja Rojhilata Navîn de hate nîqaşkirin

Di konferansê de ku nûnerên saziyên Kurd û Swêdî tevlî bûn, derfetên aştiya mayinde ya li Rojhilata Navîn û rola Kurdan hate nirxandin.

Li bajarê Orebro yê Swêdê bi hevkariya saziyên Kurd û Swêdî û partiyên siyuasî bi sernavê "Li Rojhilata Navîn derfetên aştiya mayinde û astengiyên li pêşiya wê" konferansek hate lidarxistin. Konferans li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Orebroyê hate lidarxistin û nûnerên Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Çep, Federasyona Swêdê ya Neteweyên  Yekbûyî, Kurdiska Hem, Verdandi û Navenda Perwerdeya Gel a ABF'ê tevlî bûn.

Konferans bi moderatoriya rojnamevan Kurdo Baksî destpê kir û destpêkê nûnerên Şaredariya Orebroyê axivîn. Piştre Denîs Begic peyivî, têkoşîna statuyê ya Kurdan silav kir û ragihand ku ev têkoşîn modeleke demokratîk ji bo Rojhlata Navîn pêşkêş dike.

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya KNK'ê Adem Ûzûn jî rageşiya li Rojhilata Navîn nirxand ku ji ber şerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)-Îsraîl û Îranê rû da û destnîşan kir ku Kurdan weke "rêya sêyemîn" xeteke siyasî ya serbixwe danî pêşiya xwe. Ûzûn diyar kir ku di çarçoveya armanca bidestxistina statuya xwe de ya Kurdan, ev nêzîkatî diyarker e û got, "Projeya civaka demokratîk a ku Rêber Apo pêşkêş kiriye di heman demê de çareseriyên mayinde pêşkêşî krîza Rojhilata Navîn dike."

Akademîsyenê Rojavayî Omer Şêxmûs jî qala zextên li Kurdan kir ku di herikîna dîrokê de lê rast hatin û anî ziman ku Kurdan li gel vê yekê jî dest ji daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê bernedaye.

Parlamentera Bedlîsê ya DEM Partiyê Semra Çaglar Gokalp pêvjaoya li Tirkiyeyê weke "Firsendeke dîrokî" pênase kir û got, ji bo rêveçûna pêvajoyê divê mafê hêviyê yê Rêber Apo û statuya wî ya muzakerevaniya sereke bê naskirin, berdana girtiyên siyasî jî di nav de gavên qanûnî û destûra bingehînî bêne avêtin.

Berdevka Forûma Aştiyê Kristina Post jî ragihand ku aştî pêvajoyeke demdirêj e û divê civak bê guhertin. Ji Enstîtuya Kurd a Stokcholmê û Berdevkê PEN a Swêdê Serkan Brûsk jî anî ziman ku Kurd 50 sal in tevkariyê li pêşketina çand, huner û wêjeyê dikin û azadiya jinê jî di nav de tevkariyê li veguherîna civakî dike.

Di konferansê de bi navê Partiya Çep Martha Wicklund axivî, pêvajoya ku Tevgera Azadiyê ya Kurd da destpêkirin silav kir û got, têkoşÎna azadiya jinê nirxên gerdûnî afirandiye.

Tê payin ku encamnameya konferansê di rojên pêş de bê eşkerekirin.