BI DÎMEN

Şehîd Mazlum Serêçiya li Parîsê hat bîranîn

Ji bo Ferdî Aydemîr (Mazlum Serêçiya) ku şehadeta wî vê dawiyê ji hêla HPG’ê ve hat ragihandin li Parîsê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

MAZLUM SERÊÇIYA

Bîranîna ku ji hêla KOMAW’ê ve hat organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Gelek Kurdistanî û dostên wan, siyasetmedar û çalakvan beşdarî bîranînê bûn. Di axaftinên hatin kirin de hatdiyarkirin ku şehîd di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de rolek pêşeng lîstine û rêya berxwedanê ronî dikin.

Siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak di axaftina xwe de diyar kir ku mîrateya ku şehîdan hiştine îro hîn bêtir watedar e û got: "Em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ew ne tenê pêşengên rabirdûyê ne, di heman demê de pêşengên niha û pêşerojê jî ne. Şehîdên me nûnerên herî xurt ên têkoşîna ku ji bo azadî û rûmetê tê meşandin in. Erka me ew e ku têkoşîna ku wan li dû xwe hiştiye berfireh bikin û bigihînin nifşên nû. Xeta serkeftinê xeta şehîdên me ye û ev xet bê guman dê bi ser bikeve."

Di çalakiyê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîd Ferdî Aydemîr hatibû amadekirin hat pêşandan. 

Beşdaran di dawiya bîranînê de anîn ziman ku ew ê bi îdealên şehîdan ve girêdayî bimînin û rihê têkoşînê veguhezînin ciwanan.