Endamê Lijneya Weşanê ya ISKU’yê Bernd Ruprecht jiyana xwe ji dest da

Endamê Lijneya Weşanê ya ISKU’yê Bernd Ruprecht ê ku hem li dijî şerê li Kurdistanê û hem jî li dijî qedexeya PKK’ê têkoşîn dimeşand, piştî nexweşiyeke giran li Berlînê jiyana xwe ji dest da.

Edîtorê kedkar ê kovara Kurdistan Reportê û endamê lijneya weşanê ya Informationsstelle Kurdistan (ISKU) Bernd Ruprecht, piştî nexweşiyeke giran û dirêj, êvara înê li Berlînê jiyana xwe ji dest da.

Ruprecht di sala 1957’an de li Kielê ji dayik bû, ciwantiya xwe li Bielefeldê derbas kir û li vir polîtîze bû. Di salên 1980’yî de Tevgera Azadiya Kurd nas kir û ji wê dîrokê ve hem li dijî şerê li Kurdistanê hem jî li dijî qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê têkoşîneke çalak a piştgiriyê meşand.

Hat diyarkirin ku Ruprecht li ser wesiyeta xwe, wê li gundê Neuwustrow ê li rojhilatê Almanyayê, li nêzî sînorê Polonyayê were veşartin.