Çarşema Sor li Celleyê hate pîrozkirin

Li bajarê Celle yê Elmanyayê, bi pêşengiya Mala Êzidiyan a Celleyê cejna Çarşema Sor bi coş û girseyî hate pîrozkirin.

Qada pîrozbahiyê ya cejna Çarşema Sor a li Celleyê bi reng û wêneyên ji baweriya Êzidiyan hate xemilandin.

Cejn bi kincên gelêrî, dua û stranan hate pêşwazîkirin. Cejna Çarşema Sor di heman demê de weke sembola hiş, nasname û hebûna gelê Êzidî jî tê dîtin.

Di pîrozbahiyê de hate bibîrxistin ku Êzidî li gel fermanên ku li wan rabûn jî bawerî û nirxên xwe yên civakî bi sekneke rêxistinî parastin.