Li gorî encamên fermî, Partiya Tisza ya bi serokatiya Peter Magyar li parlamenta ji 199 kursiyan 138 kursî bi des xist û du ji sê paran wergirt. Partiya Fidesz a Serokwezîrê heyî Viktor Orban tenê 55 kursî bi dest xist.
Ev encam işaretê bi wê yekê dike ku desthilatdariya 16 salan a Orban bi dawî dibe.
'CIHÊ MACARISTANÊ EWROPA YE'
Peter Magyar piştî serketina di hilbijartinê de axivî û anî ziman ku welatê wî, wê bi Yekîtiya Ewropa û NATO'yê re têkiliyeke xurt dîne. Magyar got, "Cihê Macaristanê Ewropa ye" û diyar kir ku welatê wî, wê careke din vegere ser xeta Ewropayê.
DEMA ORBAN BI DAWÎ BÛ
Viktor Orban ku salên dûr û dirêj li ser desthilatdariyê bû, bi polîtîkayên xwe yên nêzî Rûsyayê û bi rageşiya bi Yekîtiya Ewropayê re diket rojevê. Yekîtiya Ewropayê bi hinceta ku dewleta hiqûqê binpê kiriye bi milyaran euro fonên ji bo Macaristanê rawestandibû.
Rewşa rawestiyayî ya aboriyê û îdîayên li ser nelirêtiyê piştgiriya ji bo rêveberiya Orban kêm kiribû.
JI EWROPAYÊ PEYAMÊN PÎROZKIRINÊ
Seroka Konseya Ewropayê Ursula von der Leyen piştî encamên hilbijartinê daxuyaniyek da û got, "Macaristanê Ewropa hilbijart."
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî Peter Magyar pîroz kir û encam weke "Serketina tevlîbûna demokratîk" pênase kir.