Di çalakiyên ku bi dirûşma "Ne Ayetullah, ne Şah, ne jî emperyalîzm; ji bo Îranê demokrasî" hatin lidarxistin de, banga piştgiriya çalak a li dijî polîtîkayên darvekirinê hate kirin.

Di çarçoveya çalakiyên ku bi beşdariya Nûnera Ewropayê ya KJAR’ê Maryam Fathi hatin birêvebirin de, li seranserê Madrîdê bi giştî çar civînên girîng hatin lidarxistin. Organîzasyon bi hevkariya Partiya Komunîst a Spanyayê (PCE), kolektîfa Rojava Azadî Madrîd û hêzên demokrasiyê yên herêmî hate amadekirin.
Li Navenda PCE (Partiya Komunîst a Spanyayê): Di vê rûniştina ku beşdariyeke siyasî ya zêde hebû de, polîtîkayên zextê yên rejîma niha ya Îranê û rewşa opozîsyona civakî hatin nirxandin.
Li Weqfa Anselmo Lorenzo (FAL): Di vê weqfa xwedî girîngiyeke dîrokî de, ezmûnên tevgerên azadiyê û rola têkoşîna jinê ya di veguherîna civakî de hate nîqaşkirin.
Li Pirtûkxaneya 'Sin Tarima': Di vê derê de ku derdorên rewşenbîr beşdar bûn, li ser krîzên siyasî yên rojane yên li Kurdistan û Îranê analîzên akademîk û civakî hatin gotûbêjkirin.
Li Navenda Jinan a Vallakas: Di rûniştina ku tenê ji bo jinan hate kirin de, bandorên pratîkî yên felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" li Rojhilat û modela azadîxwaziya jinê ya KJAR’ê bi hûrgulî hatin ravekirin.
KAMPANYAYA DIJÎ DARVEKIRINÊ
Çalakî tenê bi civînên gel re sînordar neman. Şandeya KJAR’ê bi navên ji cîhana siyaset û keda Spanyayê re jî hatin cem hev. Di hevdîtina bi Berdevkê Koma Parlamentoyê ya PCE/Sumar Santiago re, rewşa girtiyên siyasî û zêdebûna cezayên darvekirinê yên li Îranê hatin rojevê. Di têkiliya bi nûnera rêxistinên jinan a konfederasyona sendîkayan re de, li ser bingeha mafên karker û jinan li zemînên hevgirtinê yên hevpar hat gerîn.
Rojeva sereke ya hevdîtinan, dosyayên ku ji hêla KJAR’ê ve bi baldarî hatibûn amadekirin û binpêkirinên mafan ên li Îranê belge dikirin, bûn. Di dosyayên pêşkêşkirî de, bi taybetî bal hate kişandin ser biryarên darvekirinê yên ku di serdema dawî de zêde bûne û hate destnîşankirin ku divê raya giştî ya navneteweyî li hemberî vê pêvajoyê nebe temaşevan.

JI KJAR'Ê RAPORA REWŞÊ YA BERFIREH
Di hemû civîn û hevdîtinan de, raporeke berfireh a ku ji aliyê KJAR’ê ve hatibû amadekirin û rewşa niha ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi hûrgulî rave dikir, hate belavkirin.
Ev xebata bi sernavê "Rapora li ser Rewşa Siyasî, Ewlehî û Mafên Mirovan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê"; krîza aborî ya ku heta sala 2026’an kûr bûye, zêdebûna dozên darvekirinê, azadiya îfadeyê ya ku bi qutkirina înternetê tê tepisandin û tundiya sîstematîk a li ser komên kêmnetewe bi daneyên berçav datîne holê.
Rapora ku bi zimanekî dîplomatîk û fermî hatî amadekirin, tekez dike ku krîza li Îranê ne tenê pirsgirêkek herêmî ye, lê krîzeke mirovî ye ku pêdivî bi destwerdana lezgîn a saziyên navneteweyî heye.
Nûnera KJAR’ê, tevî pêşkêşiya xwe ya ku tê de zagonên rejîmê yên li dijî jinan bi mînakan rave kir, li ronahiya belgeyên pêşkêşkirî banga xwe dubare kir ku divê rêz li mafê diyarkirina çarenûsa gelên Îran û Rojhilatê bê girtin û piştgiriyeke çalak bidin kampanyaya li dijî darvekirinê.