Îtalyayê peymana parastinê ya bi Îsraîlê re sekinand

Serokwezîra Îtalyayê Georgia Melonî ragihand ku wan biryar daye ku peymana parastinê ya bi Îsraîlê re rawestînin.

Melonî di dema vegera ji ziyareta Verona de daxuyanî da û got, “Hikûmetê biryar da ku peymana parastinê ya bi Îsraîlê re rawestîne.”

Çavkaniyên dîplomatîk ên Îtalî diyar kirin ku biryar hatiye teqezkirin û gotin, domandina peymanê ‘di aliyê siyasî de zehmet e’.

Ev peyman sala 2006’an hatiye Erêkirin û her 5 salan carekê tê nûkirin. Vê peymanê di van rojan de wextê xwe temam dikir.

Peymana navborî di navbera her du welatan de hevkariya sanayî, perwerdeya leşkerî, lêkolîn û qadên mîna zanista teknolojiyê digirt nava xwe.