Li Marignanê birayên Aydemir hatin bibîranîn

Ji bo Mazlum Serêçiya (Ferdi Aydemir) ê ku di Nîsana 2026'an de li Garê şehîd bû û birayê wî Berxwedan Kaş (Cuneyt Aydemir) ê ku di berxwedana Xweseriyê de şehîd bûbû, li bajarê Marignane yê Fransayê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Kurdistaniyên ku ji Marignane, Marsilya û gelek bajarên başûrê Fransayê hatibûn, bi girseyî beşdarî bîranînê bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Di bîranînê de li ser navê Meclîsa Gel a Marignanê, Hevserok Yakup Yalçın axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîdên Kurdistanê:

Îro li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li Ewropayê tevî hemû polîtîkayên zext, înkar û yozkirinê, heke em hîn jî dikarin behsa Kurdistanê bikin û hîn jî xwedî hêvî bin, ev bi saya fedakariya şehîdan e.

Birayên şehîd ku ji navçeya Kopê a Mûşê ne, li ser navê malbata wan Enver Aydemir axivî. Aydemir spasiya Kurdistaniyên ku ji çar aliyên Fransayê hatibûn kir û got: Şehîd ne tenê şehîdên me ne, şehîdên hemû gelê Kurdistanê ne.

Bîranîna ku kêliyên bi hestiyar tê de hatin jiyîn, bi dirûşmeya Şehîd namirin bi dawî bû.