Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê: 22’yê Nîsanê roja belavkirina ronahiyê ye

Enstîtuya Kurdî ya Elmanyayê bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir û got: “Ev roj, roja pîrozkirina daxwaza azadiyê û dengê gelê me ye ku bi her tîp û peyvên xwe li hemberî tariyê ronahiyê belav dike.”

Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Elmanyayê bi boneya Roja Rojnamevaniya Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku bi sernavê “Pênûsa ku rastiyê dinivîse, ji şûrê herî tûj bi hêztir e” hat weşandin de ev tişt hatin parvekirin:

“Roja Rojnamevaniya Kurdî Mîqdad Mîdhet Bedirxan hejmara yekem a rojnameya bi navê "Kurdistan" di 22’yê Nîsana 1898’an de li paytexta Misirê li Qahîreyê derxist û weşand.
Ev pêngav ji bo gelê Kurd ne tenê salvegera weşangeriyê bû, di heman demê de sembola berxwedan, parastina ziman, çand, nasname û şiyarbûna neteweyî bû. Berî sala 1998an, her çend di nav derdorên rewşenbîr û kovarên Kurdî de qala vê dîrokê dihat kirin jî, wekî "rojeke neteweyî ya pîrozkirinê" ya giştî û fermî nehatibû naskirin. Ji roja weşandina “Kurdistan” vir ve her sal ev roj bi coş û nîqaşên li ser çapemeniyê dihat pêşwazîkirin.

‘KURD HER SAL VÊ ROJÊ PÎROZ DIKIN’

Ji ber vê egerê, ev destpêka weşangeriya Kurdî, ya bi rêkûpêk bû, Kurd her sal vê rojê wekî rojeke pîroz û neteweyî ji bo ragihandin û azadiya pênûsê pîroz dikirin. Bi awayekî fermî û berfireh roja salvegera 100 saliya Rojnameya Kurdistanê ya 22’yê Nîsana 1998’an li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê çalakiyên pir mezin hatin lidarxistin û ev bi girseyî hat pîrozkirin. Di heman salê de (1998), Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi biryarekê 22’yê Nîsanê weke "Roja Rojnamegeriya Kurdî" bi fermî qebûl kir.

‘ROJNAMEVANÊN KURD BERDÊLÊN GIRAN DANE’

Li seranserê dîrokê, pênûsa rojnamevanên azad a Kurdî li hemberî qedexe, sansur, zext û her cure astengiyan tu carî serê xwe netewandiye. Ji Mîqdad Mîdhet Bedirxan heta îro, rojnamevanên Kurd li ser şopa heqîqetê meşiyane û berdêlên giran dane. Ev roj, roja pîrozkirina daxwaza azadiyê û dengê gelê me ye ku bi her tîp û peyvên xwe li hemberî tariyê ronahiyê belav dike.

Em bi boneya vê roja pîroz, di kesayeta Apê Mûsa de hemû şehîdên çapemeniya azad a Kurd û Kurdistanê û hemû kedkarên ragihandina Kurdî bi bîr tînin. Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû nivîskar, rojnamevan û kedkarên pênûsê pîroz dikin!

Em dîsa dibêjin! Pênûsa ku rastiyê dinivîse, ji şûrê herî tûj bi hêztir e.”