Li Îngilistanê firotina cigarê ya ji bo yên piştî 2009’an ji dayik bûne, tê qedexekirin

Parlamentoya Îngilistanê qanûna ku armanc dike bikaranîna tutunê qedeme bi qedeme bi dawî bike, qebûl kir. Li gorî sererastkirina nû, kesên di sala 2009’an û piştre de ji dayik bûne, di tevahiya jiyana xwe de weke qanûnî nikarin cigare bikirin.

Hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî, qanûna nû ya li Parlamentoyê, weke “gaveke dîrokî” pênase kir. Ev qanûn armanc dike ku li welêt “nifşekî bê duman” ava bike.

Li gorî qanûnê, kesên di 1’ê Çileya 2009’an û piştî vê dîrokê ji dayik bûne, ti carî nikarin cigare bikirin. Bi vî rengî her sal wê bikaranîna cigarê, qedeme bi qedeme tune bibe.

Wezîrê Tenduristiyê Wes Streeting biryar weke “kêliyeke dîrokî” nirxand û got, ev gav wê nifşên ciwan ji xeteriyên tenduristiyê û fêrbûnên xirab, biparêze.

Qanûn tenê firotina cigarê na, di heman demê de ji bo bikaranîna cigarê ya li qadên civakî jî ye:

“- Li qadên lîstokan ên zarokan, derdorên dibistan û nexweşxaneyan bi karanîna cigarê wê were qedexekirin.

- Wê reklama berhemên cigara elektronîk, bên sînordarkirin.

- Ji bo aroma û ambalajan wê sererastkirinên nû çêbibin.

- Bikaranîna cigara elektronîk, wê li hin qadan bi temamî were qedexekirin.”

PIŞTÎ MALDÎVAN, ÎNGILISTAN

Berê Maldîvan jî, ji bo kesên piştî sala 2007’an ji dayik bûne, firotina tutunê qedexe kiribû.

Ji Dîrektoriya Action on Smoking and Health, Hazel Cheeseman ev yek weke “xala werçerxê” pênase kir û got, ev yek ji bo nifşên siberojê destkeftiyeke mayînde ye.

Qanûn li Parlamentoyê bi piranî hate qebûlkirin, ji bo fermî bibe erêkirina qraliyetê dixwaze. Tê diyarkirin ku ev erêkirin jî piranî pêvajoyeke sembolîk e.