Werzîşvanê Kurd Recep Arslan di maratona Bonnê de bû yekem
Di nîv maratona ku li bajarê Bonn ê Elmanyayê hat lidar xistin de, werzîşvanê Kurd Recep Arslan di pêşbirka 21 kîlometreyî de bi ser ket.
Di nîv maratona ku li bajarê Bonn ê Elmanyayê hat lidar xistin de, werzîşvanê Kurd Recep Arslan di pêşbirka 21 kîlometreyî de bi ser ket.
Di maratona li Bonn a Elmanya de, werzişvanê Kurd Recep Arslan di pêşbirka 21 kîlometreyî de bû yekem.
Arslan, piştî serketinê axivî û got ku ew vê serketinê takekesî nabîne û wiha got, “Ev serketin ne tenê ya min e, ya tevahiya gelê Kurd e. Ez vê serketinê ji dil diyarî hemû Kurdistanê dikim. Diyarî Rojava, Rojhilat û her devera welatê xwe dikim.”
Werzişvan Arslan, anî ziman ku asta bi dest xistiye dê ne ya dawî be û got ku armanca wî beşdarbûna pêşbirkên navneteweyî û Olîmpiyatan e.
Arslan, diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi biryardarî bidomîne û got ku ew dixwaze ev serketin ji bo ciwanan bibe çavkaniya îlhamê. Arslan got, “Em bi hev re xurt in û em ê bi hev re serketinên mezintir bidest bixin.”
Her wiha tê payîn ku Arslan hefteya bê beşdarî pêşbirka li Hamburgê bibe.