BI DÎMEN

Osman Kiliç li Dortmundê bi girseyî hat bibîranîn

Dîrektorê ANF'ê û rojnamevanê kedkar ê çapemeniya Kurd Osman Kiliç (Gundî) ku di 12'ê Adarê de li bajarê Tiel ê Hollandayê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bi girseyî hat bibîranîn.

Ji bo Dîrektorê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) û xebatkarê çapemeniya azad Osman Kiliç (Gundî) ku di 12'ê Adarê de li Tiel a Holandayê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Dortmund ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan bi girseyî tevlî bîranînê bûn û li cihê bîranînê dirûşmeya, "Şehîd Namirin" bilind bû.

Beriya bîranînê, ji aliyê malbata Kiliç ve mewlît hate dayîn. Piştre li Navenda Kurdistan a Dortmundê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Nûnerên saziyên Kurd ên demokratik, hunermendên TEV-DEM'ê, rojnamevan, hevrêyên têkoşînê yên Kiliç û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. 

Li salona bîranînê wêneyên Rêber Apo û Osman Kiliç hatin daleqandin û bi rengên têkoşîna azadiya Kurd hate xemilandin.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Xwişka Osman Kiliç Sebelan Kiliç, nameya xwe ya ji bo birayê xwe xwend.

Piştre li ser navê KOMAW'ê Cahide Goyî axivî. Goyî destnîşan kir ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê têkoşîna şehîdan e û diyar kir ku şehadeta mirovên fikrê yên wekî Gundî valatiyeke mezin çêdike û bilêv kir ku dagirtina vê valahiyê zehmet e.

Cahide Goyî di heman demê de neqebûlkirina şervana jin a Kurd a ku di êrîşên bi mûşekan a Îranê li ser berxwederên Rojhilat de birîndar bû, ji aliyê nexweşxaneyên li Başûrê Kurdistanê ve şermezar kir. Goyî diyar kir ku ev helwest li dijî nirxên neteweyî yên Kurd e.

Rojnamevan Selahettîn Soro jî bal kişand ser zehmetiya axaftina li pey hevrêyên xwe yên têkoşînê. Soro bîranînên xwe yên bi Osman Kiliç ve anî ser ziman û helwesta wî ya jiyanê û biryardariya wî ya di rojnamevaniyê de anî ser ziman. 

Aysel Avesta jî şahidiyên xwe yên derbarê jiyan û têkoşîna Gundî parve kir û destnîşan kir ku cihê Kiliç ê di kevneşopiya çapemeniyê de neyê jibîrkirin. 

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Osman Kiliç hate pêşandan. 

Piştî bîranînê, malbata Kiliç sersaxiyan qebûl kir. Bîranîn bi dayîna xwarinê bi dawî bû.