KCDK-E: Em li pêşiya bîranîna Bernd bi rêzdarî bejna xwe ditewînin

KCDK-E’yê diyar kir ku Bernd Ruprecht 40 salan ji bo doza azadiya gelê Kurd xizmet kiriye û got: ‘’Bernd, bi keda xwe ya 40 salan di têkoşîna gelê Kurd de cihê xwe girtiye û wê neyê jibîrkirin. Em li pêşiya bîranîna wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.’’

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî ya Ewropayê (KCDK-E) di daxuyaniya xwe de ev yek gotin:

‘’Dostê me Bernd Ruprecht ê ku ev 40 sal in ji doza azadiya gelê Kurd re xizmetê dike, 11’ê Nîsanê roja Înê koça dawîn kir. Bernd ew demek dirêj bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran nexweş bû û li hemberî wan têdikoşiya.

Bi taybetî jî li hemberî polîtîkayên zexta dewletê ku Kurdên li Elmanyayê rû bi rû diman, tim û tim li rex me bû. Bernd ê ku bi kedkariya xwe sînor nas nedikirin, guh nedida zexta dewletê. Hewl û beşdariya Bernd ên di Kurdistan Report ku ez 42 sal in bê navber weşangeriyê dike û xebatên din ên nivîsandinê de gelekî bi bandor bûn û li holê ne.

Bernd, bes ji bo mafên neteweyî piştevaniya gelê Kurd nekir di heman demê de ji ruhê şoreşger ê tevgera azadiya Kurdistanê bawer kir û dizanî ku ev yek ji bo Rojhilata Navîn gelekî girîng e.

Nêrîna wî ya enternasyonalîst ne li ser gotinê bû li gel xebatên pratîkî û xwebexşandineke mezin ew pêk dianî. Li hemberî zextên siyasî û hiqûqî ên ku Kurdên li Elmanyayê rû bi rû diman tim li ber xwe da.

Bernd, bi keda xwe ya 40 salan di nava têkoşîna gelê Kurd de cihê xwe girtiye û wê neyê jibîrkirin.

Em li pêşiya bîranîna wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.’’