BI DÎMEN

Li Kolnê sempozyûm: Entegrasyon ne serwerî ye, armanc jiyana hevpar e

Di sempozyûma ku li Kolnê hat lidarxistin de siyasetmedar û akademisyen axivîn û diyar kirin ku pêvajoya di çarçoveya pirsa Kurd de dimeşe, ne wekî aştiyeke klasîk û ne jî wekî şer dikare bê pênasekirin.

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, ji aliyê KURD-AKAD’ê ve bi sernavê “Di Sala Duyemîn de Ji Nû Ve Ramana li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” sempozyûmek hat organîzekirin. Çalakî li Volkshochschule bi moderatoriya rojnameger Guler Yıldız pêk hat. Endama Konseya Serokatiya PYD’ê Foza Yusuf, endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEM’ê Prof. Dr. Mithat Sancar, akademisyen û gelek mêvan beşdarî sempozyûmê bûn.

ENTEGRASYON NE SERWERÎ YE, ARMANC JİYANA HEVPAR E

Foza Yusuf a ku di sempozyûmê de yekemîn axaftin kir, behsa peymana 29ê Rêbendanê ya ku piştî şerê bi HTŞ’ê re li Rojavayê hatibû îmzekirin û pêvajoya entegrasyonê ya berdewam kir. Foza Yusuf diyar kir ku HTŞ bi nêzîkatiya avakirina serweriyê li pêvajoyê mêze dike, lê ew bixwe vê yekê wekî entegrasyona pergal û gelên li Rojavayê di nava dewleta Sûriyeyê de dibînin.

AZADİYA JINÊ XETA SOR E

Foza Yusuf destnîşan kir ku di mijara entegrasyona YPJ’ê de hîn lihevkirinek pêknatiye û got ku azadiya jinê "xeta sor" e. Foza Yusuf anî ziman ku hin komên di nava HTŞ’ê de hewl didin provokasyonan bikin û li hemberî lêgerînên nû yên şer hişyarî da. Ji bo pergaleke ku hemû gelên li Sûriyeyê bigire nav xwe, banga hewildaneke hevpar kir.

JI BO AŞTİYÊ ZEMÎNEKÎ ZAGONÎ Û SİYASÎ ŞERT E

Prof. Dr. Mithat Sancar jî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a ku 16 meh in berdewam dike, nirxand. Sancar diyar kir ku di pirsa Kurd de danîna çekan li gorî mînakên navneteweyî biryareke wêrek e, lê ji bo pêşveçûna pêvajoyê hewcedarî bi sererastkirinên zagonî yên berfireh heye.

Sancar anî ziman ku divê zagonên aştiyê tenê bi hiqûqa cezayê sînordar nemînin û got ku sererastkirinên ku qada siyasî berfireh dikin jî neçarî ne. Sancar bal kişand ser girîngiya girtina ramanên Rêber Apo di amadekirina van zagonan de û peydakirina lihevkirinê.

Sancar diyar kir ku ne sepandina biryarên DMME û AYM’ê dibe sedema bêbaweriyê, tevî vê yekê pêvajo nehatiye astengkirin lê di hinek gavan de derengmayîn çêbûne. Sancar destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayînde, nexşerêyek û gavên bi diyarkirî hewce ne.

NE TAM AŞTÎ NE TAM ŞER: SERDEMEK E NAVBERÎ

Asîstan Prof. Adnan Çelik jî diyar kir ku pêvajoya heyî bi zelalî nayê binavkirin û got ku ev ne tam aştî û ne jî tam şer e. Çelik anî ziman ku pêvajo di nava xwe de hevsengiyên cihêreng dihewîne û cîhana îro bi têgeha Antonio Gramsci wekî "serdema cinawiran" pênase kir.

Çelik diyar kir ku Kurd piştî sala 2014an ketine serdemeke nû û got ku ev pêvajo bi zanabûn an jî nezanabûn Kurdan li ser zemînekî hevpar aniye cem hev. Wî anî ziman ku Kurd îro li dora stratejiyên li ser piyan mane dibin yek.

Çelik diyar kir ku yek ji aliyên neyînî yên vê pêvajoyê qelsbûna kapasîteya mûxalefetê ye û destnîşan kir ku gava PKK’ê ya danîna çekan bi têra xwe nehatiye fêmkirin. Çelik got ku divê ev gav tenê wekî pêngaveke neçarî neyê dîtin û bal kişand ku ev yek tê wateya veguhertineke stratejîk a girîng.

Çelik diyar kir ku Rêber Apo bi vê pêngavê argumanên di destê dewletê de qels kirine û dewlet neçar kiriye ku gav bihavêje. Çelik got ku pêvajo di demeke kurt de aştiyê nayîne, lê qadeke nû ya têkoşînê vedike û tiştên diqewimin wekî têkoşîna Kurdan a ji bo li ser piyan mane di nava atmosfereke kaosê de pênase kir.

HESTA DEJAVU: PÊVAJOYA 2013-2014

Parêzer Mahmut Şakar jî di sempozyûmê de axivî û diyar kir ku pêvajoya heyî heyama 2013-2014an bi bîra wî dixe. Şakar anî ziman ku geşedanên li Rojhilata Navîn hemû Kurdan dike armanc û ev rewş di nava Kurdan de her çend neçarî be jî, ruhê yekîtiyê ava kiriye.

Şakar diyar kir ku Rêber Apo ji sala 1993an vir ve lêgerîna xwe ya aştî û çareseriyê didomîne. Wî anî ziman ku ji sala 1999an û vir ve bi hevdîtinên bi dewletê re, nêzîkatiyek ku dikare wekî "Modela Ocalan" were binavkirin, pêş ketiye.

Şakar diyar kir ku Rêber Apo hewl dide pêvajoyê bikişîne xaleke wisa ku dewlet nikaribe jê paş de gav bihavêje; dewlet jî berevajî vê, hewl dide kontrolê li ser pêvajoyê ava bike û bi lêçûna herî kêm encamê bigire.

AVAKIRINA AŞTİYÊ DI RÛBIRÛBÛNA CIVAKÎ RE DERBAS DIBE

Dr. Ozgur Sevgi Goral jî di pêşkêşiya xwe ya bi sernavê "Avakirina aştiyê, avakirina pêşerojeke radîkal: Derfetên jiyana hevpar, rûbirûbûn û tevlêbûna pêvajoyê" de diyar kir ku cîhan ketiye werçerxeke nû ya dîrokî. Goral anî ziman ku krîza kapîtalîzm, siyaset û mêraniyê kûr bûye û ev yek dibe sedema krîzên pirhêl.

Goral diyar kir ku dîroka 150 salên dawî ya dewleta Tirkiyeyê xwedî karakterekî wêranker e û bi taybetî di salên dawî de dewlet hîn tundtir bûye, dest daniye ser saziyan û gihîştiye xaleke ku tundiyê rewa dike.

Goral bal kişand ser girîngiya rûbirûbûna bi vê tabloyê re û destnîşan kir ku dadperweriya dema veguhêz roleke krîtîk dilîze. Lê belê Goral anî ziman ku divê ev pêvajo tenê ji dewletê neyê hêvîkirin û got ku divê civak jî mekanîzmayên rûbirûbûn û dadperweriyê yên alternatîf pêş bixe.

Goral diyar kir ku ji bo avakirina pêşerojê divê aştî teqez pêk were û ev yek tenê bi têkoşîneke bihêz a civakî pêkan e.