BI DÎMEN

Li Wiesbadenê civîna gel

Li bajarê Wiesbadenê bi beşdariya siyasetmedar Îdrîs Baluken civîneke gel hat lidarxistin. Baluken, li hemberî şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn, bal kişand ser girîngiya perspektîfa aştiyê û çareseriya demokratîk

Di axaftina destpêkê ya li ser navê komîteya amadekar de hate diyarkirin ku civînên bi vê rengî ji bo xurtkirina piştgiriya civakî û mezinkirina ruhê yekîtiya neteweyî xwedî girîngiyeke mezin in.

Di beşa sereke ya bernameyê de Îdrîs Baluken derbarê geşedanên li Rojhilata Navîn de nirxandin kirin. Baluken behsa rola gelê Kurd a di nav hevsengiyên siyasî û şerên berdewam ên li herêmê de kir û tekezî li ser girîngiya perspektîfa aştiyê û çareseriya demokratîk a Rêber Apo kir.

Baluken destnîşan kir ku têkoşîna demokrasî û azadiyê bi hêza rêxistinkirî ya gelan pêş dikeve û diyar kir ku pêvajoya nû ne li ser bingeha desthilatdariyan, lê li ser bingeha vîna civakî ava dibe. Her wiha anî ziman ku gavên Tevgera Azadiya Kurd di dema dawî de avêtine, ji bo gelên herêmê bûye hêviyeke nû.

Baluken di axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li Rojava û beşdariya girseyî ya li qadên Newrozê û destnîşan kir ku helwesta hevpar a gelê Kurd a li her çar parçeyan gelekî girîng e. Di axaftinê de banga yekîtiya neteweyî derket pêş û hate gotin ku divê aliyên cuda yên siyasî û civakî li dora vîneke hevpar bicivin.

Çalakî bi bernameyeke çandî ya ku tê de Hozan Comerd û Hozan Siwero derketin ser dikê berdewam kir. Gel bi muzîkê re govend gerand.

Di dema bernameyê de dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin berzkirin.